Li Sîlîvrî fikra hevpar: HDP partiya kîlîd e 2018-06-14 13:00:28   STENBOL - Li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê ku Stenbolê bi Trakya ve girê dide, fikra hevpar a welatiyan "Li dijî îktîdara yek zilamî HDP partiya kîlît e.    Welatiyên navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê ku Stenbolê û Tekirdagê ango Trakyayê bi hev girê dide, mijara wan a sereke hilbijartin e. Fikra hevpar jî çareserî HDP ye. Welatiyên ku bi piranî ji koçberên Bulgaristan, Yunanistanê û koçberên bajarên kurdan pêk tên, li vir jiyanek hevpar ava kirine. Sîlîvrî hem bi bahra xwe û hem jî bi pir ziman û pir neteweyên ku di nava hevde dijîn balê dikişîne. Hemû welatiyên li vir li dijî rejîma "Yek zilam" bi şev û roj dixebitin.  Li bajarê ku herî zêde hilbijêrên CHP'ê lê heye, eleqeya hilbijêran li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî zêde ye. Li herêma Sîlîvrî ku di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP ji sedî 9 deng stendibû, di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî ji sedî 7 deng stendibû. Di vê hilbijartinê de mirovên ji fikrên cuda li dora HDP'ê kom dibin û diyar dikin ku êdî partiya kîlît HDP ye.    ‘ARMANC 15 HEZAR DENG E'   Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Sîlîvrî Mehmet Kara, diyar kir ku li Sîlîvrî 226 hezar hilbijêr heye û 343 sindoq tên avakirin. Kara, da zanîn ku dê 43 sindoq li girtîgehan bê avakirin û di hilbijartina berê de 25 sindoq hatibûn avakirin. Hêjmara sindoqan ku derxistin 43’an nîşan dide ku girtî pir zêde bûne. Kara, destnîşan kir ku eleweya li hemberî partiya wan gelek zêde ye. Kara destnîşan kir ku êdî hêviyên hilbijêran zêde ji partiyên din tune û her kes HDP’ê wekî partiya kîlît dibînin û wiha got: "Hilbijêr dizanin ku ger HDP di bin bendê de bimîne dê partiyên din jî di bin bendê de bimînin.    Endama Îngûşan a ji Komên Gelan ku li Kafkasyayên Bakur dijîn, Ayfer Yildirim jî di nava xebatên HDP'ê de cih digire. Yildirim sedema xebatên xwe û çavdêriyên xwe yên li ser xebatê parve kirin û wiha got: “Ez wekî jinekê qîmet didim derdorê. Dîsa zarok ji bo min pir girîn in. Ji bo ku mirov neyên eciqandin, ji bo ku ez kesek çepgir û sosyalîst im. Tenê HDP bersîvê dide hevî û bendewariya min. Dengek ji HDP’ê re û dengek ji Demirtaş re.    WELATIYÊN TRABZONÎ: GUH BIDIN GELÊ KURD   Yek ji mamosteyê teqawît Adnan Guneysu jî diyar kir ku 27 salin li Sîlîvrî dijî û wiha got: “Yên îro vî welatî bi rêve dibin, tenê xizmetê ji bo xwe û derdorên xwe dikin. Tenê ji bo menfaetên xwe xizmetê dikin. Di hilbijartinê de pêdivî bi mirovên durist heye. Mirovên ku bibin bersîva her kesî lazim e. Divê hurmetê ji hemû bawerî û fikrên cuda nîşan bide. Wekî welatiyekî ez qebûl nakim ku namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Demirtaş girtî be. Divê mirov karibe serbest fikrên xwe bînin ziman. Kurd jî hene. Divê kurd neyên cudakirin. Ev dewlemendiyek e. Divê li gelê kurd jî bê guhdarkirin."    KOÇBERA BULGARÎSTANÊ: GER NIKARIBIN BILA BIÇIN   Yek ji welatiyên koçberê Bulgar ku li peravê simîtan difiroşe Nazmiye Tokgoz (60) jî diyar kir ku koçbera Bulgar e û wiha got: "Polîtîkayên AKP’ê yên der barê teqawîtan de nayê qebûlkirin. Meaşê teqawitan têr nake. Kîra gelek buha ye. Ceyran, av û xwarin têr nake. Em dibêjin êdî bes e. Ger ku nikarin vî welatî bi rêve bibin bila biçin."    KOÇBERA TRAKYA: ÊDÎ DIZIYA XWE QEBÛL BIKIN   Yek ji koçberê Trakyayê Ferhat Gezen (40) jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî û wiha got: "Êdî pereyên di destê me de jî xerç kirin. Em êdî bi kartên kredî dijîn. Ez girtina Demirtaş qebûl nakim. Em bang li weziran dikin ku bên di nava gel de rûnên û halê gel bibînin. Bila guh bidin daxwazên gel. Welatî êdî ji tirsan nikarin biaxivin. Demîrtaş dibêje "Dema ez li saz didim dibêjim jî. Tu jî bêje. Em jî dibêjin tişta tu dize tu jî bêje."    KARKERÊ ÎNŞATÊ: PÊDIVÎ JI AŞTIYÊ HEYE   Karkerê înşaetê ku 25 salin karê înşaetan dike Hanifi Onat (62) jî diyar kir ku êdî nikarin debara xwe bikin û wiha got: "Pêdiviya vî welatî ji aştî û aramiyê heye. Ji bo êdî her kes bibe xwedî jiyanek aram û aştiyane divê dengê xwe bidin HDP’ê. Lê li dijî vê pergalê raweste Selahattin Demirtaş e. Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin dê her tiştî bikin. Ger ku HDP bendê derbas neke êdî CHP û ÎYÎ Partî dê tepan li xwe bixe.    GUNDÎ JÎ BÊZAR IN   Welatiyê gundê Kavakli yê di sala 1928'an de ji Bûlgarîstanê koçî vir kirine jî ji hikûmeta heyî bêzar in. Welatiyan diyar kirin ku ew dê li dijî polîtîkayên wêdektirinê li ser sindoqê besîvê bidin.    MA / Necla Demîr – Melike Ceyhan