'Portreyên Aştiyê' bûn pirtûk 2017-10-16 12:06:57 STENBOL - Çîrokên kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, di bin navê "Bariş Portreleri" (Portreyên Aştiyê) de bûn pirtûk. 62 nivîskaran çîrokê 85 kesên jiyana xwe ji dest dan nivîsîn. Di 10'ê Cotmeha 2015'an de girseya ku xwest li Enqereyê mîtînga aştiyê li dar bixe, di êrîşa DAIŞ'ê de 102 kesan jiyana xwe ji dest da. Li ser komkujiyê re 2 sal derbas bûn. Di duyemîn salvegera komkujiyê de jiyana 102 kesan di pirtûka "Portreyên Aştiyê" de cih girt. Pirtûka bi navê “Barış portreleri: 10 Ekim 2015’te Kaybettiğimiz Hayatlara Bir Bakış” (Portreyên Aştiyê: Nêrînek Li Jiyana Kesên Me Di 10'ê Cotmehê de Windakirin) bi xebata P24 Hafiza Kîtapligi ve hat amadekirin. Ev pirtûk di heman demê de yekem pirtûka ku ji P24 Hafiza Kîtapligi derdikeve ye.   62 NIVÎSKAR 85 PORTRE   Pirtûk bi keda 62 nivîskarên dildar hat berhevkirin û ji 85 portreyan pêk tê.   Di netna pêşkeşiyê ya pirtûkê de ev tişt hat gotin: "Em dixwazin her mirovên ku me winda kirin yek bi yek nas bikin. Ji ber ku bi hewldanên xwe, bi bîrkirinên xwe, bi êş û kêfxweşiyên xwe her yek xwedî çîrokekî ye û em dixwazin di bîrbûna xwe ya hevbeş de ji her yekî/ê re cih veqetînin. Ji ber ku ew kesên ji bo aştiyê diqêriyan, ew ji jiyana wan qut kirin û em ji wan re deyndarin. Ji ber ku dema em xwedî li bîranînên wan derkevin, xwedî li jiyanê derketin rêyeke wê jî ji bo me ye, ne kujer divê aştî bi ser keve û ev xebateke me ye jî. Ji ber ku ne ji bîrkirin, tenê bi bîranînê em dikarin pêşî li komkujiyan bînin, lê dema em hemû bi bîr bînin dikarin baş bibin."    NAVÊ NIVÎSKARAN   Nivîskarên ku piştgirî dane pirtûka Portreyên Aştiyê: Ahmet Altan, Arîfe Kose, Asli Tohumcu, Asuman Susam, Aytul Firat, Banu Tuna, Bariş Avşar, Behçet Çelîk, Burcu Karakaş, Can Gurses, Can Kartoglu, Cafer Solgun, Emel Gulcan, Emîne Algan, Emrah Tuncer, Emre Ayvaz, Ercument Akdenîz, Ertan Altan, Evîn Bariş Altintaş, Eylem Yilmaz, Fatîh Polat, Gokçer Tahîncîoglu, Hakki Ozdal, Halîl Turkden, Hasan Cemal, Hatîce Kapusuz, Hazal Ozvariş, Îrfan Aktan, Jînda Zekîoglu, Leyla Alp, Mehmet Saîd Aydin, Murat Şevkî Çoban, Murat Ozyaşar, Mustafa Îşîtmez, Nevîn Sungur, Nîlgun Yilmaz, Ozlem Akcan, Ozlem Ertan, Ozlem Altunok, Pelîn Başaran, Pinar Yîgîtogullari, Rabîa Çetîn, Rengîn Arslan, Sanem Altan, Seçîl Epîk, Seçkîn Saglam, Sedat Yilmaz, Serkan Ayazoglu, Şenay Aydemîr, Şîar Rîsvanoglu, Sezîn Oney, Sîbel Oral, Sîbel Yukler, Şukran Lilek Yilmaz, Tayfun Ertan, Tugba Kaplan, Tugba Tekerek, Veysel Ok, Yasemîn Çongar, Yonca Poyraz Dogan, Yilmaz Murat Bîlîcan û Zehra Onat.