Ji bo di cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2018-06-14 11:34:57   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li girtîgeha Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Xwişk û Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û vasîs Mazlum Dinç bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwest Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ziyaret bikin.     Malbatên 3 girtiyên din jî bi rêya parêzeran serlêdan kirin. Birayê Hamili Yıldırım Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serlêdan kirin û xwestin bi xizmên xwe re hevdîtin bikin.    Malbat ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Malbatê heta niha 80 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanên wan hatin redkirin.