‘Wekî berxwedana Hezîranê, di 24'ê Hezîranê de jî emê ji AKP'ê re bêjin 'raweste' 2018-06-14 11:21:58 STENBOL - Karkerên der barê 48'emîn salvegera berxwedana çîna karkeran a Tirkiye ku di 15-16'ê Hezîranê de pêk hat nerînên xwe anîn ziman, diyar kirin ku çawa ku di 15-16'ê Hezîranê de zagon dan betalkirin, dê di 24'ê Heziranê de jî ji AKP'ê re bêjin 'Raweste'.    CHP û Partiya Edaletê (AP) di sala 1970'an de ji bo zagona Sendîkayan a hêjmar 274'an û zagona Grev û Lokavt a hêjmar 275'an bê guhertin, pêşnûmayên cuda amad kiribûn. Piştre du pêşnûme kiren yek û pêşkêşî meclîsê kiribûn. Bi vê pêşnûnayê xwestin ku mafê karkeran ên rêxistinbûna sendikal û grevê ji destê karkeran bigirin. Pêşnûma li meclîsê hatibû qebûlkirin û li dijî vê yekê karkerên endamên DİSK’ê berteka hişk nîşan dabû. Bi sed hezaran endamên DÎSK'ê di 15 û 16'ê Hezîrana 1970’an de dest bi çalakiyan kiribûn û pêşnûmeya ku li meclîsê hat erêkirin piştre betal kirin. Ev çalakî wekî “Berxwedana 15-16'ê Heziranê" ket rûpelên Dirokê.    Karkerê Şaredariya Kadikoyê Cem Karasoy, diyar kir ku di “15-16'ê Hezîranê de hişmendiya karkeran xurt bû û wiha got: "Lê wê demê wekî niha zext tune bû. Lê niha em di bin OHAL'ê de dijîn. Bi KHK’yan karker bê tesir kirine. Li Bajarên kurdan zêdeyî 100 şaredaran qeyûm tayîn kir. Bi OHAL'a dawî êdî li metrepolan jî em nikarin li mafê xwe yê hêsan jî bigerin. Niha jî tişta pêkenok ew e dibêjin. 'Dema me hilbijartin bi dest xist û em hatin îkdîdarê em dê OHAL’ê rakin.' Lê em jî dipirsin ji xwe yên OHAL anîn hûn in. Yên zagon guhertin hûn in. Hûn soza çi didin. Em êdî vê îktîdarê naxwazin. Em dê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqê û bersîva vê yekê bidin."     ‘AKP'Ê HEMÛ MAFÊ KARKERAN XESP KIR'   Sekreterê Giştî yê Limter-Îşê yê Tersxaneyên Tuzlayê Hakkı Demirel jî diyar kir ku AKP 16 salin hemû mafê karkeran xesp kiriye  û wiha got: "Teqawîtbûn kêm kirin. Karkerên tersaneyên êdî bê sîgorta didin xebitandin. Tersane di bin karê giran û talûke de ye. Êdî karker nikare debara xwe bike. Hêjmara karkerên betal zêdetir bûne. Îro ji ber zextan sendîkayên girêdayî DİSK û KESK'ê biçûk dibin. Êdî Turk-Îş û HAK-İŞ bûne baxçeyê hikûmetê yê paşîn.  Me çawa di 15-16'ê hezîranê de zagn da betalkirin, em dê di 24'ê Hezîranê de jî ji îktîdara AKP'ê re bêjin raweste.    MA / Bilal Seçkin – Servet Karaduman