Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin 2025-02-05 16:46:05   STENBOL - Der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de îdianame hate amadekirin û jê re 7 sal cezayê hefsê hate xwestin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de îdianame amade kir. Di îdianameyê de bi îdiayên “Kesên li dijî terorê têdikoşin hedef girtiye”, “Heqaret” û “gefxwarinê” ji 2 salan heta 7 sal û 4 mehan cezayê hefsê hate xwestin.    Di îdianameyê de her wiha hate xwestin ku Îmamoglû ji mafên xwe yên memnu bêpar bê hiştin.