Ji meteorolojiyê hişyariya barînan 2025-02-05 09:00:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyariya barînan kir.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 5’ê Sibatê eşkere kir. Midûriyetê got ku li bendê ne ku li bajarên Sêwas, Qers, Meletî, Wan û Dîlokê şilope û berf bibare.    Di heman demê de midûriyetê got ku li gorî texmîna wan dê li bajarên bakurê Kurdistanê car bi car bi barîn bibarin.    Midûriyetê got ku li rojavayê Herêma Serhedê, li Sêwas, Erzîngan, Meletî û  Dêrsimê berf bibare, bager hebin û hişyariya girtina tevdîran kir. Di heman demê de ji ber xetereya aşûtan û qerisînan, xelkê li deverên bilind ên li rojhilatê Serhedê jî hate hişyarkirin.    Ji bo bajarên Erzîngan, Dêrsim, Meletî û Sêwasê bi koda zer hişyarî hate kirin.