Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake 2025-02-05 09:07:26 ŞIRNEX - Hatîce Atan "keça manewî" ya Tayyîp Erdogan, avahiya dîrokî ya Birca Belek a ku 9 sal in desteser kiriye, tevî daxwaza Wezareta Çand û Tûrîzmê jî vala nake.   Di 17'ê Tebaxa 2021'ê de ji bo restorekirina Birca Belek a ku li Taxa Kale ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye û dîroka wê digihê 6 hezar sal berê, îhale hat çêkirin. Îhaleya ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Mîrateya Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê ve hat kirin ji Şîrketa Avahîsaziya Tûrîzmê ya Zeydanliyê re hat dayîn. Restorasyona Birca Belekê, di 1'ê Çileya 2022'yan de dest pê kir.   QEYÛM TEHSÎS KIR, HEW JÊ DERKET    Birca Belek ku xebatên restorasyonê lê dihatin kirin qada Sîtê ya Arkeolojiyê ya Pileya 1'emîn e. Ji bilî sûr û kelehê avahiyeke dîrokî jî heye. Restorasyona avahiya dîrokî ya navborî berê hatibû kirin û milkê şaredariyê bû. Lê belê di sala 2016'an de bi tayînkirina qeyûmê re, mal û milk ji Seroka Baskê Jinan a AKP'ê ya wê demê ya b ajêr Hatîce Atan re hat veqetandin.   Qeymeqamê navçeyê Davût Sinanoglûyê ku di 17'ê Mijdara 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve weki qeyûm li şaredariya di bin rêveberiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de hatibû tayînkirin, avahıya diroki tehsisi Hatîce Atanê kir. Hatîce Atan a ku xwe wekî "keça manewî" ya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan dide naskirin û niha Şêwirmenda Wezareta Karên Navxweyî ye, avahiya dîrokî veguherand cihê xebatên partiyê.    Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku di sala 2019’an de şaredariyê bi dest xist, hişyarî da komeleya Hatîce Atan ku mal û milkan vala bikin û veguhezînin. Lê tu bersiv ji vê hişyariyê re nehat dayîn. Piştî demeke kin qeyûm hat tayînkirin û Midûriyeta Giştî ya Mîrateya Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê di 24'ê Îlona 2020'î de daxwaznameyek ji qeymeqamtiya Cizîrê û Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de şandibû. Hatîce Atan cihê dîrokî yê navborî vala bike.   Di daxwaznameyê de hatibû destnîşankirin ku ji bo kompleksa muzexaneyê bê çêkirin û projeya hatiye amadekirin pêk bê divê cihê navborî bê valakirin.    Di daxwaznameyê de hat gotin, "Li navçeya Şirnex Îç Kale, di qada arkeolojîk a pileya 1. de ye, milkê wê yê Şaredariya Cizîrê ye û ji bo projeyên ku bên dayîn bi cih bîne ji Wezareta me re hatiye veqetandin." fonksiyona Kompleksa Muzeyê 5 sal e, ji 07.02.2020-an pê ve, der barê valakirina sîteya jimareya 831 girava 4 de, ku ji hêla komeleyek demkî ve tê bikar anîn, Midûriyeta Giştî ya Wezareta Mîrata Çandî û Muzeyan. "Ez ji kerema xwe agahdariya we û di derbarê agahdarkirina Midûriyetê de çalakiya pêwîst dixwazim."   Wezaretê daxuyand ku qada navborî şûnwareke arkeolojîk e û biryar da ku ji 7'ê Sibata 2020'an pê ve avahî ji bo 5 salan wekî kompleksa muzexaneyê bê bikaranîn. Lê tevî ev qas dem derbas bûye jî Hatîce Atan cihê dîrokî vala nekir. Li ser vê yekê di 26'ê Tebaxa 2021'ê de wezaretê hişyarî da Şaredariya Cizîrê ya ku dîsa di bin rêveberiya qeyûmê de ye û daxwaz kir ku avahî were valakirin û ew werin agahdarkirin.   Di daxwaznameya ku di 21'ê Tîrmeha 2022'yan de dayîn de, Wezaretê destnîşan kir ku ji bo avahî bibe muze bi saziyên din re peyman hatine îmzekirin. Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku lê ji bo projeya muzeyê temam bibe divê avahî bi temamî bên valakirin.    Hatîce Atan tevî hişyariya wezaretê jî ev 9 sal in avahiya dîrokî vala nake û wê wekî Komeleya Çand, Huner û Pêşketinê ya Birca Belek ku ew seroka wê ye, bi kar tîne.   MA / Zeynep Durgut