Neviyê Şêx Seîd: Tu kê darve dikî? 2018-06-14 09:52:21 AMED – Neviyê Şêx Seîd bersiv da sloganên “darvekirinê” yên di mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan û daxuyaniyên wî û got: “Bêbextiyan li birêz Demîrtaş dikin. Me bi dehan car êşa darvekirina kişand. Em li dijî darvekirinê ne û kî kê darve dike?”  Serokê Giştî yê AKP’ê û namzetê Serokomariya AKP’ê û MHP’ê Recep Tayyîp Erdogan di 10’ê hezîranê de li mitînga xwe ya Kocaeliyê axivî. Girseya Erdogan li dijî namzetê Serokomariyê yê HDP’ê slogana “Darvekirin” berz kir û Erdogan jî wiha bersiva sloganan dabû: “Heke parlamento têkildarî van biryarê ji min re bişanda, min ê zû ve erê bikira.” Li dijî slogan û van gotinên Erdogan bertek zêde dibe. Di dîroka kurdan de jî yekem car pêşengê kurdan Şêx Seîd li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatibû dervekirin. Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat bersiv da gotinên Erdogan.    ‘TU KÎ DARVE DIKÎ?’    Firat anî ziman ku mijara darvekirinê nêzîkatiyek ji Erdogan tê ye û got: “Bi taybetî di vê serdemê de Erdogan van gotinên xwe dê zêde bike. Dixwaze li ber hilbijartinê xwe bi girseya xwe bide şîrînkirin. Ev mijara darvekirinê tiştên nexweş in. Bi taybetî em li dijî darvekirinê ne. Em ê li Meclîsê behskirina darvekirinê jî holê rabikin. Bêbextiyê li birêz Selahattîn Demîrtaş dike. Ji bilî bêbextiyê wek din ne tiştekî din e. A rast ez li benda tiştên cuda bûm. Êdî zilam nizane dê çi bibêje, êrîşî Demîrtaş dike. Li dijî Demîrtaş dest bi gotinên kirêt kiriye. Em li dijî darvekirinê ne. Kîjan darvekirin û tu kî îdam dikî? Birêz Demîrtaş ji kê çi kiriye? Maf, edalet û azadiyê parastiye. Ji bilî van gotinan ji kê re çi gotiğe. Duh jî îro jî û dê sibê jî van gotinan bêje. Em van gotinan red dikin. Navê darvekirinê jî nexweş e. Heke ku mirov di vê serdemê de ji ber ramanên xwe tên darvekirin, ev tiştek derveyî serdem û ehlaqê ye. Kes ne xwedî wî mafî ye kesan darve bike.”    ‘ME HÊJ ÊŞA KALIKÊ XWE JÎ BÎRA NEKIRIYE’    Firat bal kişand ser darvekirina Şêx Seît û wiha got: “Di carekê de pêşengê serhildanê Şêx Seîd û hevalên wî darve kirin. Ez neviyê Şêx Seîd im. Di serdemên 1925’an de bi sedan mirovên me darve kirin. Elbete yên ewil ku li dijî meseleya darvekirinê derkeve em in. Çumkî herî zêde êşa darvekirinê me kişand. Alerjiya me li dijî darvekirinê heye. Em nikarin darvekirinê ji bîra bikin. Darvekirin ketiye nav xwîna me. Ez wek neviyê Şêx Seîd seknek min li dijî darvekirinê heye. Em ew kesên ku darvekirinê red dikin.”    MA / Bilal Guldem - Ozgur Paksoy