Dozgeriyê îfadeya nûçegihanê me ya li emniyetê nedît! 2018-06-14 09:28:38 ŞIRNEX – Di îdianameya ku derbarê nûçegihanê me Barzan Guneş ku 3 roj berê li Şirnexê hat girtin hat amadekirin û berpêşî dadgehê hat kirin de, parvekirinên li ser civaka medyayî yên di sala 2014'an de hatine kirin û parvekirinên der barê êrîşên li ser Efrînê sûc hatin hesibandin.    Nûçegihanê me Barzan Guneş 3 roj berê dema ji bo nûçeyan diçû Şirnexê, di noqteya venêrînê ya polîsan de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îdirê ve hat amadekirin, berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê hat kirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku Guneş bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin.    Di îdianameyê de tenê parvekirinên li ser medyaya civakî û parvekirinên nûçeyan sûc hatin hesibandin. Di îdianameyê de parvekirinên 2014'an ên der barê êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê sûc hatin hesibandin. Her wiha nûçeyên bi ser navê "Dayikên Şirnex û Mêrdînî: Em ê Efrînê ji wan re nehêlin", "Çavdêriyên Robert Fîsk ên derbarê Efrînê de: Penaberên pitik, zarok û jin ên hatin kuştin" û "Dema min zarokên li Efrînê hatin kuştin dibînim Cemîleya min tê ber çavê min" sûc hatin hesibandin.    PIRTÛK HEYE, LÊ NAV TUNE YE!    Di 4 Nîsanê de polîsan avêtibû ser mala malbata Guneş û di avêtina ser malê de 5 pirtûk desteser kiribûn. Di îdianameyê de ji bo pirtûkan hat gotin "Pirtûkên piştgiriya rêxistina terorî ya çekdar PKK/KCK'ê dikin", lê belê navê pirtûkan nehatiye diyarkirin.    Dozgeriyê di îdianameyê de derbarê Guneşê ku di çarçoveya lêpirsîna 20'ê Nîsanê de li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Cizîrê de îfade da de, diyar kir ku ligel hemû lêkolînan gumanbar nehatiye dîtin û derbarê bûyerê de parêziya wî nehatiye girtin. Di îdianameyê de hat gotin ku ji ber vê derbarê gumanbar de biryara zevtkirinê hatiye dayîn.    Parêzerê dosyeyê Sertaç Ozkan bertek nîşanî girtina Guneş da û diyar kir ku divê parvekirinên hatine kirin di çarçoveya fealiyetên rojnamegeriyê de bên nirxandin. Ozkan, bilêv kir ku ev girtin derhiqûqî ye û got: "Me di dadgehê de diyar kir ku eger muwekîlê min bê cezakirin jî, ev ceza di çarçoveya cezayê taloqkirinê de ye. Me got dê rojekê jî di girtîgehê de nemîne, lê belê dadgehê daxwazên me qebûl nekirin."