Riha amirên mulkî hişyar kir: Dê îktîdar biguhere, daxilî sûc nebin 2018-06-14 09:27:18 RIHA - Dê li Rihayê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê 3 hezar û 333 sindoq bên danîn û dê milyon û 71 hezar hilbijêr deng bi kar bînin. HDP'ê diyar kir ku ji bo vîna azad a hilbijêran di sindoqan de xwe bide der wan tevdîr girtine. Muşavîrê Hiqûqê yê HDP'ê Hîdayet Enmek diyar kir ku wan ji bo her sindoqê endamên desteya sindoqê yên asil û yêdek bi cih kirine.  Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, ji bo 3 hezar û 333 sindoqên ku dê li tevahiya bajêr bên danîn, pewyirdarên asil û yêdek peywirdar kirine. Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê û Muşavîrê Hiqûqê ya HDP'a Bajêr Hîdayet Enmek, anî ziman ku wan amadekariyên xwe temam kirine û ji bo kêmasiyên di hilbijartinên din de dubare nebin wan gelek tevdîr girtine.    'EM Ê HILBIJÊRAN VEGUHÊZÎNIN'   Enmek, da zanîn ku piştî cejnê ew ê 3 rojan perwerdehiyê bidin peywirdarên sindoqan û got: "Li bajarê me 21 sindoq veguhastin hin herêmên din. Ev sindoq li herêmên bejahiyî ne û herî zêde HDP deng distîne. Lê belê tu derbasdariyeke vê biryara YSK'ê tune ye. Wekî hincet jî sedemên 'ewlehiyê' nîşan didin. Li cihên ku sindoq hatine veguhastin qereqol hene."    Enemek, destnîşan kir ku ew ê hilbijêrên 21 sindoqên ku biryara veguhastina wan hatiye dayîn bibin ser sindoqan û got: "Dema em hilbijêran bibin ser sindoqan, dê bi vî awayî biryara hatiey dayîn pûç bibe."    'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN DENGÊN BLOKÎ'    Enmek, diyar kir ku navenda giştî ya partiya wan û CHP, Partiya ÎYÎ û Partiya Saadetê di warê ewlehiya sindoqan de li hev kirine. Her wiha Enmek, bilêv kir ku dê roja hilbijartinê 120 parêzer li dibistanan bên belavkirin û got: "Dema tiştekî neyînî xwe bide der, dê hevalên me yên hiqûqnas têkevin dewrê û dê îtiraz bikin. Ew hevkariya ku me bi partiyên din re kiriye, dê roja hilbijartinê bi awayekî koordînasyonî bê çêkirin. Cihên ku em nikaribin xwe bigihîninê dê ew û cihê ku ew nikarin xwe bigihîninê em ê xwe bigihîninê. Ev jî nîşan dide ku piştî demeke dirêj cara ewil muxalefet di vî warî de li hev kiriye. Di hilbijartinên berê de li taxên bejahiyî yên Rihayê ji bo AKP'ê dengên blokî hatin bikaranîn. Li navçeya Sêwregê 66 sindoq, li navçeya Halîliyeyê 125 û li ya Eyûbiyeyê li 135 gundan dengên blokî hatin bikaranîn û hat tespîtkirin ku deng ji bo partiyekê tenê hatine dayîn. Ji bo careke din encameke wisa rû nede, me li Rihayê bi partiyên din re hevdîtin çêkirin û me nîqaş kir ku em ê di warê hiqûqî de bikaribin tevdîrên çawa bigirin. Em ê şopdarê vê yekê bin. Em ji niha ve kesên ku dengên blokî bi kar tînin hişyar dikin. Mueyîdeyên vê yekê hene, ev sûc e. Divê ev yek jî neyê jibîrkirin dê di 25'ê Hezîranê de ev îktîdar biçe. Bila kes pişta xwe nede vê îktîdarê û hîleyên wisa neke. Em ê jî vê yekê bişopînin û em ê hewl bidin ku ev kes bên cezakirin."    'EM Ê NEHÊLIN MUDAXILEYÎ HILBIJARTINÊ BIKIN'    Enmek, destnîşan kir ku di hilbijartinên berê de li gelek deveran nehiştine peywirdarên wan ên sindoqan nêzî sindoqan bibin an jî hatine derbkirin û got: "Di vê hilbijartinê qethiyen em ê destûra vê yekê nedin. Kesên ku hewl didin vê yekê bikin, divê ji niha ve dev jê berdin. Me ji bo peywirdariya sindoqan de dest bi perwerdehiyê kiriye. Dema em vê perwerdehiyê didin em sûdê ji hiqûqnasan digirin. Me tespît kir ku şaredarekî AKP'î ji xebatkarên şaredariyê yên kadroyî re gotine eger hûn deng nedin AKP'ê ew ê wan ji kar derxîne. Me giliyê vê yekê kir. Em ê vê yekê bişopînin û em ê heta hilbijartinê kesên ku vî zimanê mudaxilekirina hilbijartinê bi kar tînin tespît bikin."