Li ser giliya Mûsa Çîtîl derbarê 7 rojnamevanan de doz hat kirin 2018-06-14 09:26:32 AMED – Li ser giliya Alîgirê fermandarê Giştî yê Cendirmeyan ku ji ber kuştina 13 gundiyên Dêrikê tê tawanbarkirin, der barê 7 rojnamevanên ku nûçeya DÎHA'yê ya derheqê operasyona Sûrê de li ser ehsabê xwe yê medyaya civakî parvekirin de, doz hat vekirin. Hat xwestin ku 3 sal ceza li rojnamevanan bê birîn.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îdianameya der barê nûçeya bi ser navê "Navê Dorpêçkirin 'Bayrak 12', yê li ser Mûsa Çîtîl" de ku di Sibata 2016'an de hatibû weşandin îdianame amade kir. Di îdianameyê de bi hinceta nûçe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirine der barê 7 rojnamevanan de doz hat vekirin. Nûçe di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatin girtin de weşiya. Piştî nûçe hat weşandin lêpirsîn hat vekirin û piştî lêpirsînê îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê îdianme qebûl kir.    Di îdianameyê de wekî dozdar Alîgirê Farmandarê Giştî yê Cendirmeyan Mûsa Çîtîl cih girt ku dema nûçe hat weşandin Çîtîl Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan ê Amedê bû û paşê Wezareta Karê Hundurîn ew terfiî tûxgeneraliyê kir.    ÇÎTÎL GILÎ KIR, DOZGER LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN    Der barê Midurê DÎHA'yê Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA'yê Çagdaş kaplan, Hamza Gunduz, Selman Çîçek û rojnamevan A. Vahap Taş û Midûrê Karên nivîsê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgur Gundemê Kemal Sancili ku hat îdiakirin nûçe di hesabê xwe yê medyaya civakî de parve kirine, bi îdiaya "Hedefnîşandana kesên di têkoşîna li dijî terorê de" doz hat vekirin û hat xwestin ku di navbera salekê û 3 salan de bên cezakirin. Her wiha di îdianameyê de ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ji salekê heta 5 salan cezakirina nûçegihanê DÎHA'yê Selamn Çîçek hat xwestin.    Mûsa Çîtîl di 18'ê Gulana 2016'an de daxwazname ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re şand û giliyê rojnamevanan kir. Li ser vê dozgeriyê jî der barê gumanbaran de lêpirsîn da destpêkirin û hesabên wan ê medyaya civakî lêkolîn kir.    Rojnamevanên di vê çarçoveyê de îfade dan, destnîşan kir ku wan mafê xwe yê di çarçoveya azadiya çapemeniyê de bi kar aniye.    Tê payîn ku dê di rojên pêş de danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê.    MA / Deniz Tekin