Meger Navenda Cazîbeyê, qaleqol, girtîgeh û kampa penaberan e! 2018-06-14 09:23:14 ÎDIR – Hikûmetê gotibû ew ê 'navenda cazîbeyê' bînin Îdirê, lê belê derket holê ku di vê projeyê de girtîgeheke mezin ku kapasîteya wê 5 hezar in, kampeke penaberan ku kapasîteya wê 2 hezar û 500 e û qaleqol in.  Li Îdira ku sînorê wê bi Komara Xweser a Nahçivanê, Ermenîstan û Îranê re heye, hema bêje bazirganî û karê guhêzkariyê qediyaye. Heta 3 sal berê jî li bajêr 4 hezar û 500 TIR dixebitîn, lê niha 400 heb dixebitin.    Heta 5 sal berê jî li bajêr pincara şekir dihat danîn û ji bo debarkirinê bereke sereke bû. Lê belê ji ber kotayê hema bêje êdî li bajêr hew tê çandin. Yek ji çavkaniya debarê ya bajêr jî sewalvanî ye, lê belê ji ber goştê îthal, qedexekirina zozanan, bihabûna kayê hema bêje tu tişt nemaye. Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê di sala 2014'an de hat avakirin û 600 endamên wê hebûn. Lê belê niha tenê endamek wê maye. sewlavna lîtreya şîr bi lîreyekê difiroşin, lê belê ev şîr li marketan bi 4 lîreyan tê firotin. Ji ber vê sewalvan heywanên xwe difiroşin.    JI BO PENABERAN KAMPEKE 2 HEZAR û 500 KESΠ   Hikûmetê beriya referandûma 16'ê Nîsanê "Projeya Navenda Cazîbeyê" daxuyandibû, lê heta niha ji bo vê projeyê bizmarek jî nehatiye kutandin. Lê belê li nêzî gundê Erhaciyê dê AFAD ji bo penaberan kampeke 2 hezar û 500 kesî çêbike. Maliyeta kampê 750 hezar lîre ye. Dest bi çêkirina kampê hatiye kirin û tê payîn kur dê di 3 mehan de bêq edandin û radestî Îdareya Koçberiyê ya Îdirê bê kirin. Dê bi piranî penaberên afganî li kampê bên bicihkirin.    GIRTÎGEHA HERÎ MEZIN    Li Îdirê, li nêzî balafirgehê girtîgeheke vekirî û girtî tê çêkirin. Kapasîteya girtîgehê 5 hezar kes e. Tê diyarkirin ku ev girtîgeh li herêmê girtîgeha herî mezin e.    LI TÊKETINA BAJÊR QALEQOL    Her wiha yek ji veberhênaniya bajêr a mezin jî li ser riya Bazîdê çêkirina qaleqolan e.    Heta niha hikûmetê tu sozên xwe yên ji bo bajêr dane bi cih neanîne. Bereksê vê yekê li bajêr îstihdam kêm bûye, betalî zêde bûye û rewşa aborî xirab bûye.    MA / Mahmut Ruvanas