Li Mêrsînê hedef herî kêm 3 parlementer in 2018-06-14 09:22:34 MÊRSÎN - Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûrat Baykan diyar kir ku li bajêr atmosfereke ji ya 7'ê Hezîranê wirdetir heye û ew ê herî kêm 3 parlementeran bişînin meclîsê.  Li mêrsînê armanca HDP'ê ew e ku herî kêm 3 parlementeran bişîne meclîsê. Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûrat Baykan, diyar kir ku li bajêr bertekên erênî hene û ew bawer dikin ku dê ev yek di sindoqan de jî xwe bide der.    Baykan, diyar kir ku HDP bi projeya jiyana mezin xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne û di vî warî de bertekên gel eênî ne. Baykan got: "Niha tekane partiya ku ji bo pêşerojê hêviyê dide hilbijêran HDP ye. Em tevgera mirovahiyê ya mezin, em ê tevî gelê xwe bi hev re jiyanekê ava bikin. Em doza jiyaneke ku dê herkes xwe têde bibîne dikin. Em dixwazin hemû deng û reng, çand û kesên bindest li gel HDP'ê bin."    ‘ATMOSFERA NIHA JI YA 7'Ê HEZÎRANÊ WIRDETIR E'    Baykan, anî ziman ku heyecena ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ji ya 7'ê Hezîranê zêdetir û coşdartir e. Baykan, destnîşan kir ku li gorî îktîdara AKP'ê û partiyên din sekneha herî zelal a HDP'ê ye û got: "Dikarim bibêjim ku ev atmosfer ji ya 7'ê Hezîranê wirdetir e. Li Mêrsînê atmosfereke wisa heye. Di 7'ê Hezîranê de mirov bi hêviya ku aştî û aramî pêk bê çûn ser sindoqan. Mirov bi vê hêviyê çûn û encam girtin. Dikarim bibêjim ku dê di 24'ê Hezîranê de jî mirov bi heman hêviyê biçin ser sindoqan."    Baykan, anî ziman ku ew bi kê re peywendiyê datînin, dibêjin ew dixwazin ji polîtîkayên çewsîner ên AKP'ê rizgar bibin û dibêjin: "Em ji vê hilbijartinê bawer in û bi hêvî ne."    ‘HERÎ KÊM 3 PARLEMENTER'    Baykan, anî ziman ku li hemû navçeyan komîsyonên wan ên hilbijartinê, komîsyonên wan ên taxan û muşahid hene û got: "Li Mêrsînê herî kêm em ê 3 parlementeran bişînin Meclîsê. Eger li welatekî pergaleke ku gel jê nerazî be hebe, dê gel wê pergalê biguherîne. Em bi hêza guherandinê ya gel bawer in. Dirûşmeya me ya sereke jî 'dê bi te biguhere' ye. Loma dê gelê me wekî peywireke wê be di 24'ê Hezîranê de ji bo guherîn û veguherînê biçe ser sindoqan."