Rewşa girtiyên nexweş ên Marmarayê giran e 2017-10-16 11:33:19 STENBOL - Li girtîgehên herêma Marmarayê nêzî 246 girtiyên nexweş hene û ji van 106 jê rewşa wan giran e. Girtiyên ku serbest nayên berdan, dermankirina wan jî nayê kirin û her roja ku derbas dibe rewşa wan girantir dibe.  Li girtîgehên herêma Marmarayê 106 girtiyên ku rewşa wan giran e û herî kêm 246 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş çawan ku serbest nayên berdan û dermankirina wan jî nayê kirin. Pîranî girtiyên nexweş an nêzî rojên xwe yên mirinê tên berdan, an jî piştî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin ji girtîgehê derdikevin. Bi sedan girtiyên xweş li girtînên herêmê û Tirkiyeyê, bi nexweşiyê giran re rû bi rû ne û hikumeta AKP'ê di vî warî de tu tiştî nake.   Li gorî daneyên Komeleyên Mafên Mirovan a (ÎHD), li herêma Marmarayê 352 girtiyên nexweşiyên giran û bi gelek nexweşiyên cuda re rû bi rû ne.