Denîz Baykal rakirin nexweşxanê 2017-10-16 11:23:05 ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Denîz Baykal ê ku nîvê şevê herareta wî rabû rakirin Nexweşxaneya Îbn-î Sîna ya Enqereyê û hildan beşa lezgîn.   Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê û Parlamenterê CHP’ê yê Antalya Denîz Baykal ê ku nîvê şevê herareta wî rabû rakirin nexweşxaneyê. Baykal ê rakirin Nexweşxaneya Îbn-î Sîna ya Enqereyê bi boneya tedbîrê wî hildan beşa lezgîn. Hat zanîn ku teşhîsa rêya hilmija jorî ya Baykal enfeksiyon girtiye û ji bo xitmandina damarê wî vebibe ji stûyê wî anjiyo hatiye kirin.