Dîmena duyemîn a Erdogan: Divê em serdestiya sindoqan bi dest bixin 2018-06-14 08:33:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmena duyemîn a ku Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan gefan li HDP'ê dixwe û dixwaze wê di bin bendê de bihêle derket holê. Erdogan di dîmena duyemîn de fermanê dide AKP'îyan û dixwaze ku muşahîdên wan berî her kesî biçin ser sindoqan û serdestiya sindoqan bi dest bixin. Erdogan di dîmen de got "Ger ku em sindoqan bi dest bixin temam e."    Axaftinên Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan ên di civînên bi endam û rêveberên xwe re dike bi awayekî veşarî fermandê dide endam û rêveberên xwe û dixwaze HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Duh piştî dîmena di "Civîna bi Serokên Taxan re" de derket holê, Erdogan fermanê dide ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Di dîmena duyemîn a ku Erdogan der barê muşahîdan de kir, derket holê ku Erdogan ji muşahîdan dixwaze sindoqan desteser bikin.    Axaftina Erdogan a di dîmena duyemîn de wiha ye:    “Bi rastî hilbijartin di sindoqê de tê qezençkirin. Başe çawa tê qezençkirin? Hevalên me yên endamê Lijneya Sindoqê, divê berî her tiştî berî partiyên din biçin ser sindoqê. Divê hevalên me berî tevan biçin cihê sindoqê. Ya duyemîn muşahîdên sindroqê ne. Dive muşahîn bên taqviyekirin. Ger ku yek ji endamê lijneya sindoqê neyê divê muşahîdê me têve şûna wî. Divê em li wir serdestiya sindoqê bi dest bixin. Divê em li vir pir hasas bin. Divê em qet sivik nêzîk nebin. Me berê ev tişt pir dît. Ger ku em vê yekê bi dest bixin beriya ku em dest pê bikin em dê qezenç bikin.    DIVÊ EM 7'Ê HEZÎRANEK DIN NEJÎN   Hevalên bi qîmet. Raste hêj 13 roj ji hilbijartinê re hene. Yanî ev kar ne di berîkê de ye. Li gorî lêkolinên cemaweriyê ev kar neqediya ye. Ev bûyera hilbijartina dawî nîşanî me dide. Hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê... Binerin divê em dîsa 7'ê Hezîranek din nejîn. Bi heman rengî dîsa 1'ê Mijdarek din nijîn. Divê em zanibin Stenbol nûnertiya 81 bajarê Tirkiye dike. Encama li vir derkeve encama Tirkiye ye."