Ji bo Demîrtaş tev li mîtînga Sêrtê bibe serlêdan kirin 2018-06-13 16:26:21   SÊRT - Parêzer Şakîr Demîr, ji bo Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê beşdardî mîtînga 23'ê Hezîranê ku li Sêrtê pêk bê bibe serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî ya Sêrtê da.    Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê dê di 23'ê Hezîranê de li Qada Cumhuriyetê ya Sêrtê mîtîngê pêk bîne. Li ser navê Demîrtaş Parêzer Şakîr Demîr, ji bo Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê beşdardî mîtînga 23'ê Hezîranê ku li Sêrtê pêk bê bibe serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî ya Sêrtê da.  Demîr, di serlêdanê de xwest Selahattin Demirtaş an raste rast an jî nebû bi riya SEGBÎS'ê beşdarî mîtîngê bibe.