Gel li çeperan e: Roj roja parastina Kerkûkê ye 2017-10-16 11:14:50 KERKÛK -  Gelê Kerkûkê û pêşmergeyên berî ku êrîşên Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê dest pê bikin, berê xwe dan xeta parastinê ya gerîlayan, bang li her kesî kirin ku bên çeperên gerîlayan û got ku “Roj roja parastina Kerkûkê ye.”  Li Kerkûkê, gel, gerîla û pêşmerge ketin çeperan. Gel nerazîbûn nîşanî hin pêşmergeyên xwestin bajêr biterikînin jî dan. Wesayitên wan pêşmergeyan hatin şewitandin. Bi hezaran şervanên dilxwaz, berê xwe dan xeta parastinê ya gerîlayên HPG û YJA-Starê.   Bi navê şervanên dilxwaz ên Kerkûkê Ethem Kak Remezan axivî û ev tişt got: "Îro roja parastina Kerkûkê ye. Em bang li gelê Kerkûkê dikin ku cihê xwe li nava çeperên gerîlayan de bigire. Em ê Kerkûkê neterikînin û em ê Kerkûkê nedin kesî."   PÊŞMERGEYAN BERÊ XWE DAN ÇEPERÊN GERÎLAYAN   Wekî din, gelek pêşmergeyên erkdar û yên berê, berê xwe dan çeperên gerîlayan. Bi navê pêşmergeyên li vê derê Enver Saîd daxuyanî da û wiha axivî: "Ji bo parastina Kerkûkê em bang li her kesî dikin ku cihê xwe di nava xeta parastinê ya gerîlayan de bigirin."   Enver Saîd destnîşan kir ku di nava her şert û mercî de ew ê li Kerkûkê bin û ew ê bajarê xwe biparêzin.