Amnesty 33 hezar îmze ji bo Ramîn ji Îranê re şand 2018-06-13 14:09:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Nerazîbunên li dijî biryara darvekirina ciwanê Kurd Ramîn Hisên Penahî her diçe mezin dibe. Amnesty International nameyekî ji 33 hezar îmzeyên ji aliyê welatiyên Norwêcî ve hatiye îmze kirin ji bo betalkirina cezayê Ramîn radestê rejîma Îranê kir.   Rêxistina Amnesty International nameyek ji bo betalkirina biryara darvekirina ciwanê Kurd Ramîn Hisên Penahî ji hikûmeta Îranê re şand. Di nameyê de îmzeya 33 hezar û 356 welatiyên Norwêcî têde cih girt. Rêxistina Amnesty a Navnetewî ya Norwêcê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya li Ramîn hatiye birrîn xebatên komkirina îmzeyan berdewam dike. Duh jî zêdetirî 2 hezar welatiyên medenî û mafê mirovan nameyek îmze kirin û xwestin cezayê darvekirinê yê Ramîn bê betalkirin. Hêjayê gotinê ye ku beriya sê rojan parêzerê Ramîn, Hisên Ehmed Niyaz diyarkiribû ku daxwaza ji nûve destgirtina dosyaya Ramîn, ji aliyê Dîwana Bilind a Welêt ve hatiye red kirin. Herwiha birayê Ramîn,, Ehmed Hisên Penahî jî vê agahiyê piştrast kiribû.   Fikara darvekirina Ramîn Hisên Penahî, piştî daxuyaniyên Hikumet û dadwerên Îranê zêde bûye. Metirsî heye ku Hikumeta Îran Ramîn Hisên Penahî piştî cejnê bi awayek bêdeng darve bike.