Ji bo alên AKP’ê ewlekariyê bersiva da: Em nikarin tiştekê bikin! 2018-06-13 13:07:56   WAN - HDP’ê ji bo ku AKP’ê hemû kolan û navenda sûka bajêr bi alên xwe dije kirin, îtîraz kiribû. Ewlekariyê bersiva “Tiştek di destê me de tuneye” da HDP’ê.    Li Wanê di warê qanûnî de, divê partî alên xwe ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bi gelek navendên bajarê ve nekin. Lê AKP’ê alên xwe bi gelek cihên navendîve kirine. Li bajêr ji bo HDP’ê jî destûr nayê dayîn ji derveyîn al û flamayên xwe bi cihên navendî ve bikin.     Li ser vê yekê rêveberiyên HDP’ê serî li Midûryeta Polîsan a Bajêr dan û îtîraz kirin. Ewlekariyê bersiva “Em jî bi wan nikarin, em çibikin jî tên dadileqîn in. Tiştek ji destê me nayê” da HDP’ê.