Li Lîcê operasyon û pevçûn 2018-06-13 12:35:07   AMED - Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di operasyona bi tevlîbûna leşker û cerdevanan a li çoltera Lîcê hat destpêkirin de, cih bi cih pevçûn rû didin.   Operasyona bi tevlîbûna leşker û cerdevanan a di 10’ê Hezîranê de li çoltera gundê Sîse ya navçeya Lîcê ya Amedê hat destpêkirin, didome. Di operasyon bi piştgiriya balafir û helîkopteran berdewam dike de, cih bi cih pevçûn dinavbera leşker û HPG’iyan de rû didin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku helikopteran hin herêm bombebaran kirin, ketin û derketin herêmê hatiye qedexekirin. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahiyek zelal nehat bi dest xistin û operasyona li herêmê berdewam dike.