Koçerên Bakurê Sûriyeyê: Bedevî 2018-06-13 11:47:47   REQQA - Bedeviyên dişibin Koçerên Kurd, bi awayê jiyanek taybet dinava gelên qedîm ên Bakurê Suriyeyê de cih digirin. Bedeviyên herêmê,  berevajî jiyana Koçeran a dinavbera deşt û çiyan de tên û diçîn, li çolê sewalkariyê dikin û dijîn.    Bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re, bedelên gelek mezin hat dayîn. Ligel vê yekê jî Federasyona Bakurê Sûriyeyê karî ku gelên Kurd, Erep, Tirkmeni Suryanî, Ermenî, Asûrî, Çerkes, Elewî û Erebên Bedevî li gell hev bigire. Li Bakurê Suriyeyê nifûsek girîng a Bedeviyan heye. Piraniya wan di serî de li Hesekê, Dêra Zorê, Reqqa, Mînbîcê û li bajarên çiyayî dijîn.    BEDEVΠ   Bedeviyên bi taybetî li herêmên çolê dijîn, mîna Koçerên koçber ên Kurdan e. Bedeviyên herêmê,  berevajî jiyana Koçeran a dinavbera deşt û çiyan de hatin û çûyînê, li çolê sewalkariyê dikin. Bedevî di demsalên havîn û zivistanê de, tim koç dikin û bi cih dibin. Jiyaneke wan a pir zor heye. Hinek mihan, hinek bizinan û hinek ji wan jî devan xwedî dikin. Ligel bê avî û kelekela germa çolê bi salane jiyana xwe bi vî awayî berdewam dikin. Li Bakurê Sûriyeyê Bedevî bi navên eşîretên Şemmar û Bedolar tên nasîn. Bedeviyên tim cih û warê xwe diguherin, hem ji bo xwe û hem jî ji bo sewalên xwe, av û xwarinê temîn dikin. Bi depoyên avê kanî û bîrên avê tije dikin.   JIYANA WAN    Jiyan Bedeviyan pir xwezayî ye û di konande dijîn. Konên tên danîn, carnan bi rojan, carnan bi hefteyan û gelek caran bi mehan vedayî dimînin. Ji ber şert û mercên zor û zehmet, hin malbat nêzî qadên cih û warên xwe konan vedidin.   JINEK BEDEVÎ   Malbata Şemmar a yek ji malbatên Bedeviye û li çolên navabera bakur û rojhilatê Reqqayê de dijîn. Malbata ku em diçin serdana konê wan, Ruhem Şemmar a 45 salî me pêşwazî dike. Ruhem Şammar dayîke û deqên li ser rûyê wê bala mirovan dikişîne. 8 keç û 21 zarokên Şemmar hene.    GELEKÊ TIM KOÇBER DIKEYE    Şemmar a hîna 17 salî hatî zewicandin, diyar kir ku dinava  Bedeviyan de, di temenê biçûk de zewicandin pir zêde ye û ji ber vê yekê welidandina zarokan jî zêde dibe. Şemmar, anî ziman ku nêzî 200 mihê wan hene û wiha axivî: “Ji bo wan me îsal gelek cih guhetin. Em gelekê ku tim koçber dikine. Li gorî jiyana sewalên xwe em cih diguherin. Gelek caran eşîret û gelek caran jî bi malbatî em tên gel hev û li cihekê kom dibin.”     DÎROK TUNEYE    Şemmar, di dewama axaftina xwe de wiha  got: “Bi hezaran sale jiyan û çanda  Bedeviyan heye. Lê derbarê gelê me de ne dîrokek, ne nivîsek û ne jî qeydên fermî hene. Li Rojhilata Navîn Bedevî lig elek welatan dijîn.”   POSÎZYONA JIN Û ZILAMAN   Şemmar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dinava Bedeviyan de, cihê jin û dayîkê pir cûdaye. Mînak ger tiştekê bike, divê bi hevjînê xwe re parve bike. Di hin rewşan de jî tenê gotina wî derbas dibe. Lê dûre dayîk tê. Gava bav bimire yan jî tunebe, di malê de tenê gotina dayîkê derbas dibe. Hema bêje dinava malbat û eşîretên Bedevî de ev nêzîkatî heye û wisan nêz dibin.”    MA / Nazim Daştan