Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin 2025-01-24 09:23:32 AMED - Dayika Rahîme Çelîk a ku kurê wê Sertîp Çelîk di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku dewlet çawa li Kobanê encamek bi dest nexist, wê di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî bi dest nexe.  Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, kurd bêalî man. Kurdistaniyên ku li ser rêya sêyemîn dimeşin di sala 2014’an de li kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê rêveberiya xweser îlan kirin. DAIŞ’ê bi pêşengiya hêzên ku daxwaza kurdan a xwerêveberiyê qebûl nekirin, di 10’ê Îlona 2014’an de êrişî Kobanê kir. Gelê Kobanê jî li dijî êrişên DAIŞ’ê dest bi berxwedanê kir. Bi êrişa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê re ku bi sûcên li dijî mirovahiyê di rojevê de ye, li Tirkiye, Kurdistana Federe û li çar aliyê cîhanê gel çalakî li dar xistin.   Di dema êrişên li hemberî Kobanê de li Tirkiyeyê ji Amedê heta Stenbolê li gelek qadan çalakî hatin lidarxistin. Di demeke ku pêvajoya çareseriyê dewam dikir de, piştî ku têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re ji raya giştî re hat aşkerakirin û daxuyaniya "Kobanê ha ket ha ket" a Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, li Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes daketin qadan.    Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a di navbera 2-12’ê Cotmeha 2014’an de, di çalakiyên ku wê demê pêk hatin û li ser banga Abdullah Ocalan hatin rawestandin de 54 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî salên dirêj jiyaneke nû lê hat avakirin, tevî ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bûye, îro careke din di bin gefa êrişan de ye. Êrişên Tirkiye û SNA yên di bin kontrola wê de li ser Bendava Tişrînê û derdora wê ji 8'ê Kanûnê û vir ve 48 roj in dewam dikin.   Dayika xwendekarê zanîngehê Sertîp Çelîk (Serxwebûn Amed) ku di 24’ê Îlona 2014’an de dema êrişên DAIŞ’ê dijwar bûn li Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da Rahîme Çelîkö banga rawestandina êrışên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.   ‘WÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ NEKEVE'   Rahîme Çelîkê bi bîr xist ku kurê wê yê 2 zanîngeh qedandiye li dijî komkujiya Kobanê derketiye û got ku kurê wê Sertîp di sala 2014'an de ji ber berxwedana Kobanê û komkujiyên li wir hatine kirin, bi bandor bûye. Rahîme Çelîkê wiha got: “Wî pir ji lêxistina sazê hez dikir. Sazek ??wî hebû. Biçûya ku bi xwe re dibir, lê wê rojê saza xwe bi xwe re nebir. Hefteyek piştî çûyîna wî, telefona wî qut bû û me nekarî xwe bigihînin wî. Piştre em hîn bûn ku çûye Kobanê."   Rahîme Çelîkê anî ziman ku di berxwedana Kobanê de li gund diman û ji sibehê heta êvarê li ber televîzyonê rojevê dişopandin û wiha got: “Şerekî wiha nayê qebûlkirin. Kesî nikarîbû qebûl bike. Me zarokên xwe ji bo kuştinê mezin nekir. Niha jin, zarok, extiyar, ango gel dîsa li wan axan tên qetilkirin. Ya ku dikin zilm e. Xwedê jî qebûl nake. Em jiyaneke xweş dixwazin ku zarokên me nemirin. Piştî Kobanê êdî dîsa komkujiyeke wiha dikin. Em van êrişan şermezar dikin û qebûl nakin. Di tu pirtûkê de daxistina axa kesekî û dagirkirina wê nayê qebûlkirin. Çawa ku Kobanê neket, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wê nekeve."   ‘BI ŞER ÇARESERÎ ÇÊNABE'   Rahîme Çelîkê diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronîkirina polîtîkayên xitimandina pirsgirêka kurd e û got: “Desthilat ji bo çareseriya pirsgirêkê Abdullah Ocalan vexwendiye Meclisê. Divê demildest ev pirsgirêk bên çareserkirin. Em şer qebûl nakin. Kurê min îro ji min dûr ket, lê bila wekî din neçin. Min ev êş dît, ez naxwazim kesek din bijî. Divê ne tirk, ne kurd, ne jî tu dayik hêsiran bibarînin. Bi şer çareserî nabe. Dema mirov zarokekî wenda dike dinyaya wî tarî dibe. Ew êş nayê vegotin. Em aştî, aramî û welatekî ku kes lê neyê kuştin dixwazin. Divê êdî zarokên me neyên kuştin."   MA / Heval Onkol