Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû 2025-01-24 09:00:54 ÎZMÎR - Rêvebera Mala Hunerê ya Jin Artê Belkîsa Suleymanoglûyê diyar kir ku ji bo kursên resim, şano û govendê yên nû hatine vekirin qeyd dest pê kirine û wiha got: "Mala we li benda we ye." Li Mala Hunerê ya Jin Artê ya ku li semta Basmane ya navçeya Konak a Îzmîrê xebatên xwe yên çand û hunerê didomîne, qursên govend, baxleme, drama, keman, gîtar û erbanê dewam dikin. Mala Hunerê ya Jin Artê dê di serdema nû de qursên stranbêjî, wênesaziyê û şanoyê jî bide destpêkirin. Ji bo qursên ku dê hefteya pêş dest pê bikin qeyd berdewam dikin.   Rêvebir û hîndekara Jin Artê Belkîsa Suleymanoglûyê diyar kir ku serlêdanên qeydkirinê pir zêde ne û dê di qursên ku bên dayîn de mamosteyên pispor hebin û bang li her kesî kir ku qeyda xwe çêbikin.   Belkîsa Suleymanoglûyê ku got "Xizmeta ji bo gelê xwe kêfxweşiyeke mezin e" destnîşan kir ku ji bo qurs bên dayîn daxwazeke zêde heye. Belkîsa Suleymanoglûyê diyar kir ku ji bo dersên wekî baxlema û erbane yên ku berdewam dikin daxwazeke zêde heye û got: "Me xwest ku em bersiva vê daxwazê bidin û me dest bi xebatê kir. Ji ber vê yekê em kêfxweş in ku em dikarin kursên wekî şano, stranbêjiyê bidin."    ‘MALA WE LI BENDA WE YE'      Belkîsa Suleymanoglûyê da zanîn ku ew dixwazin zêdetir kes beşdarî xebatên çand û hunerê bibin û wiha got: "Yên ku dixwazin di warê şanoyê de bixebitin, dikarin werin û xwe bi pêş bixin. Yên ku dixwazin di qursa wênesaziyê de xwe bi pêş bixin jî dikarin werin."   Belkîsa Suleymanoglûyê bal kişand ku dê atolye jî dest pê bikin û got: “Em li vir in, mala we li benda we ye. Kerem bikin werin."