Demîrtaş, dê di mîtînga HDP'ê ya Stenbolê de xîtabî gel bike 2018-06-13 09:16:02 STENBOL - Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê di mîtînga Stenbolê de xîtabî gel bike. Axaftina Demîrtaş a TRT'ê dê di mîtîngê de bê temaşekirin.  Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê di 17'ê Hezîranê Roja Yekşemê li Bazara Gel a Bakirkoyê mîtînga mezin pêk bîne. HDP dê mîtîngê saet di navbera 17.00-21.00'an de pêk bîne. Xebatên HDP'ê yên ji bo mîtînga mezin didome. Di mîtîngê de axaftina Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Demirtaş dê di mîtîngê de bê guhdarkirin. Axaftina Demîrtaş a ku li Girtîgeha tîpa F a Edirne ya ji TRT'ê re kiriye dê li qada mîtîngê bê guhdarkirin û temaşekirin. Mîtîng dê bi axaftina Demîrtaş bi dawî bibe.      MA / Yasîn Kobulan