‘Dixwazim deynê xwe yê ji bo jiyanê bidim' 2018-06-13 09:07:25 ENQERE - Namzeta HDP'ê ya Enqerê Îpek Gur, xwişka Berpirsiyarê Rêya Şoreşa Kurdistan Orhan Keskîn ku tevî pêşengên PKK'ê di Girtîgeha Amedê de ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da ye. Gur  got ku; "Em deyndarê kesên di tevgera şoreşger a Tirkiye û Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê di HDP'ê de me. Dixwazim deynê xwe yê jiyanê bidim."  Namzeta HDP'ê ya Enqereyê Îpek Gur, xwişka Berpirsiyarê Rêya Şoreşê Kurdistan Orhan Keskîn ku tevî pêşengên PKK'ê di Girtîgeha Amedê de ket rojiya mirinê bû jiyana xwe ji dest da, got: "Orhan nasîna xwe ya bi pêşengên tevegra kurd re, veguherand hevrêtiyê. Orhan şoreşger bû wê berpirsiyariya piştevaniyî ya şoreşgerî bi cih anî."    ‘BIRAYÊ MIN Ê ŞOREŞGER HEYE...'    Namzeta HDP'ê ya Enqereyê Gur, her roj danê sibehê tevî hevrêyên xwe yên HDP'î li buroyên hilbijartinê ji bo xebatê bernameyekê amade dike. Paşê serdana esnaf, bazar, malbatan dike. Gur, destnîşan kir ku ne muhîm e ew li kuderê û di rêza çendan de wekî namzet hatiye nîşandan û got: "Em deyndarê kesên di tevgera şoreşger a Tirkiye û Kurdistanê de mirin. Ji ber vê di HDP'ê de me. Bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê dixwazim deynê xwe bidim. Di vî şerî de kirinên min li ber yên mirin ne tu tişt e jî. Wan bi xwîna xwe li ber me kevir danîn ser kevir û ji me re gotin 'di ser van keviran re bimeşin û bitêkoşin.' Ez mecbûr im heta dawiya emrê xwe bixebitim. Çimkî birayekî min ê şoreşger heye. Eger birayê min li Kurdistanê di zindanê de bedena xwe dabe ber mirin, divê ez jî layiqî birayê xwe bim. Ji bo ez têkoşîna ku ew pê bawer bû pêşvetir bibim û alaya wî bilind bikim, helbet ez ê di HDP'ê de cih bigirim."    ‘EW HAWARA AMEDÊ EM ANÎN VÊ ROJÊ'    Gur, ji bo pêşveçûyîna HDP'ê û di siyaseta Tirkiyeyê de di asteke bivênevê de ye jî wiha got: "Li Girtîgeha Amedê faşîzmê got 'Ez ê te û îdealên te bikujim.' Şoreşgeran jî got 'Ez mirinê ji dest te digirim û ez bedena xwe ji bo rizgarkirina rûmeta mirovahiyê didim ber mirinê.' Û ev fikir Orhan Keskîn jî, Cemal Arat jî li dika heman berxwedanê anî cem Kemal Pîr. Ew têkoşîna ji bo rûmeta mirovahiyê, daxwaza rizgarkirinê ya gelan û hawara wan em anîn van rojan."    Gur got: "Di têkoşîna xwe de bi ser ketin. Ew qîrîniya Orhan û Cemalan, li çiyayan olan dide, bayê azadî û aştiyê hêl dike. Îro eger li Amedê li dijî her zilmê mirov dijîn û li ber xwe didin, ev berdewamiya agirê azadiyê yê ku wan li zindana Amedê pêxist. Eger li Kobaniyê li dijî DAIŞ'ê serketin hebe, di vê de keda kesên ji zindana Amedê derketin û çûn heye."    ‘DIVÊ EM WEK AMEDÊ BÊN GEL HEV'    Gur, diyar kir ku polîtîkayên îtifaqa AKP-MHP berdewamiya faşîzma ku li Girtîgeha Amedê rû da û got: "Em kurd, tirk û çerkez divê wekî zindana Amedê bên gel hev." Gur, bilêv kir ku dê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de di navbera feraseta darbe, şer û faşîzmê û feraseta demokrasî, aştî û azadiyê de derbas bibe û divê mirov bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan.    Gur, der barê rojiya mirinê ya di Girtîgeha Amedê de agahiyeke ku heta niha nedihat zanîn parve kir: "Berî ku Orhan bikeve bi demeke kurt, ji bo dawîlêanîna rojiya mirinê hin hevdîtin çêdibin. Ji Orhan re jî tê gotin ku dev ji çalakiyê berde. Birayê min navê kesekî dide, wî kesî dixwaze. Dibêje eger ew neyê ez dev jê bernadim. Dibêje, divê ew deng li min bike, wê çaxê ez ê dev jê berdim. Ew kes Mûstafa Karasû ye. Tabî bi qasî dizanim Mûstafa Karasû hevdîtinê çênake an jî xeberê nadin Karasû. Gelo, Orhan dev ji rojiya mirinê berdana, bihatana tedawîkirin şansê wî yê başbûnê hebû? Em ê tu carî vê yekê hîn nebin... Piştî 53 rojan bavê min Orhan li nexweşxaneyê dibîne. Li nêzî Ofîsê, li nexweşxaneyeke leşkerî. Orhan ji bavê min re dibêje 'xwedî li Cemal derkeve.' Paşê bavê min vegeriya Enqereyê û 3 roj şûnde xebera Orhan hat. Şoreşger bedêlê dan û yek ji wan jî birayê me Orhan Keskîn e."    MA / Deniz Nazlim – Selman Guzelyuz