Li kêleka AKP’ê ala HDP’ê li ba dibe 2018-06-13 09:06:39 STENBOL – Li Stenbolê yek ji navendên ku AKP herî zêde dengan jê digire jî Sûltanbeylî ye. Lê belê div ê hilbijartinê de gelê Sûltanbeyliyê tercîha xwe diguhere. Esnaf, bazarvan, gel, jin, ciwan û extiyarên Sûltanbeyliyê bal dikişînin ser zext û zoriyên li ser HDP’ê û bilêv dikin ku ew ê vê carê dengê xwe bidin HDP’ê.  Sûltanbeyliya Stnebolê, yek ji wan cihên ku herî zêde kurd û elewî lê dijîn. Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de AKP ji sedî 56.99 deng girtibûn û HDP’ê jî ji sedî 22.77 deng girtibûn. Lê belê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê niştecihên Sûltanbeyliyê diyar dikin ku ew ê vê carê tercîha xwe biguherînin û her wiha ji ber Rewşa Awarte û krîza aborî bêzar bûne.    'DÊ AŞTÎ Û ARAMÎ BI HDP’Ê PÊKAN BE’    Cevdet Yilmazê ku li bazara Taxa Hasanpaşayê mûzan difiroşe, diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî yên AKP’ê ne. Yilmaz got: “AKP dewlemendan dewlementir, xizanan xizantir dike. Ev yek tesîr lê me jî dike. Kar tune, biker tune ne û em nikarin tu pereyî bibin malê. 4 sal in karê bazarvaniyê dikim, lê belê niha ji ber ku vî karî dikim poşman im.” Yilmaz bal kişand ser hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê jî û diyar kir ku di hilbijartinê de kî bi ser dikeve bila bikeve, lê dê nikaribe welat ji van deynan xelas bike. Yilmaz, destnîşan kir ku lê belê ew bawer dikin ku eger aştî û aramî were vî welatî, ev dê bi HDP’ê pêkan be.    KEKÊ WÊ Û HEVJÎNÊ WÊ GIRTIYE    Kifayet Yilmaz ku ji bo alvêrê hat bazarê, diyar kir ku hevjînê wê û kekê wê di girtîgehê de ne. Yilmaz, destnîşan kir ku hevjînê wê ji ber nivîseke nivîsandiye bi heqareta li serokomar hatiye tawanbarkirin û got: “Hevjînê min jî wekî gelek mirovan, bê sûc hat girtin.” Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo dawî li çewisandinan bê ew ê div ê hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê.    Cûmalî Aydogdû ku dikana wî ya dönere heye, diyar kir ku ew ji Bedlîsê ye û dema gundê wan hat valakirin ew neçar maye berê xwe bide Stenbolê. Aydogdû, da zanîn ku wê demê 150 mal ji gund koç kirine û got: “Niha jî her der kirine qereqol.” Aydogdû destnîşan kir ku niha ew nikarin heqê av û ceryana dikana xwe jî bidin. Aydogdû, bilêv kir ku ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê û got: “Hêvîdar im em ê bi ser bikevin û dê dawî li vê hilbijartinê bê. Înşelleh dê AKP biçe. Çimkî AKP’ê jiyana me serobino kir. Êdî em nikarin debara xwe jî bikin.”