Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin! 2025-01-22 10:54:49 AMED - Ferhat Onkol li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin û nameya wî ya têkildarî binpêkirinan nivîsandibû, weke "xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" hat nirxandin. Ferhat Onkol li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin. Onkol, di 22’yê Mijdara 2024’an de têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol re nameyek şand. Lê ev nameya wî hate desteserkirin. Onkol, di nameya xwe de bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û Lijneya Disiplînê ya Rêveberiya Girtîgehê ji bo nameyê di heman rojê de civiya.    Sedema desteserkirina nameya Onkol jî wiha hatin rêzkirin: “Propagandaya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, ji bo xerakirina moral û motîvasyonê hatiye nivîsandin, der heqê birêvebirina saziyê de agahiyên xelet û derew hatine nivîsandin, der heqê peywirdarên cemaweriyê de gotinên ne di cih de kiriye, îftîra û hevokên xelet hene. Bi van sedeman jî şandina nameyê ya bi vî rengî xetere ye û ... Lewma ev name nayê şandin.”    ‘EV PERGALA ÎŞKENCEYÊ YE’   Onkol, bi rêya parêzerên xwe nameya weke “yekitî û yekparetiya dewletê xera dike” hatiye nirxandin gihand ber destê ajansa me. Di nameyê de wiha hatiye gotin: “Di ketina girtîgehê de zexta ‘lêgerîna tazî’ hate ferzkirin... Çendek roj berê çûm revîrê, ji bijîşkî re dibêjim; ‘nikarim bêhnê bistînim, gelo dikarî min sewqî nexweşxaneyê bikî? Lê dibêje ‘rewşekî lezgîn tune ye!’ û sewq nake. Her wiha çendek roj berê dema gogê dilîstim min piyê xwe da zehmetê. Ez birim nexweşxaneyê û piyê min kirin cilsê. Min nedikariya li ser piyê xwe bigerim. Min got ku nikarim bi vî halê xwe di hucreyê de bimînim û qet nebe heta baş dibim derbasî odeya sê kesan bibim. Lê ev daxwaza min qebûl nekirin. Gotin; ‘Tu dikarî bi vî halê xwe li wir bimînî.’ Hêj tiştên din jî hene; çendek berê ji bo hevalekê me yê nexweş ê ‘cezayê’ wî xelas bûyî bernedin, wiha digotin; ‘Heke tu nexweş nebûya tu yê tev li çalakiyên hatine kirin bûbûya..!’ Bi vê sedema pêşdaraz, ya eletewş û deraqilî tehliyeya hevalê me hate taloqkirin. Bawerim ev yek êdî asta herî jor e... Di esasê xwe de hewceye mirov vî tiştî bi eşkereyî bibêje; ev pergala girtîgehê ya bi ‘tîpa bîrê’ bi demê re mirov hem ji hêla psîkolojîk ve hem jî ji hêla fîzîkî ve tune dike û heta rê li ber mirinê vedike. Ev, pergala ‘îşkenceyê’ ye. Bêguman îşkence tenê bi fîzîkî nayê kirin; îşkenceya herî xetere ew îşkenceye ya ku em qala wê dikin. Belê, me çawa heta niha serî li ber vê pergalê serî netewandibe, dê ji vir û şûnde jî netewînin... Di van bîrên bêbin de em ê mîna Hz. Yûsûf li ber xwe bidin. Li dijî kesên bi dizîna roja me hewl didin zîhniyeta xwe ya tarî li me ferz bikin, em ê bi ronîkirina asoya xwe jê re bibin bersiveke mîna şimaqê. Li dijî kesên dixwazin civakê birizînin, em ê bêhtir civakîbûnê biafirînin û jê re bibin bersiv. Dibe ku ji hêla fîzîkî ve em bi tenê bin lê di dil û hestan de, di fikr û bîranînan de em ê her tim bi civaka xwe re bijîn. Bi îdiaya jiyaneke watedar, mezin û xweşik em ê bibin xwedî têkoşîneke mezin. Li dijî vê dojeha dixwazin ava bikin, em ê bihûştê ava bikin.”    NAHÊLIN BINPÊKIRIN BÊN ZANÎN   Onkol, bi rêya malbata xwe ev peyam şand: “Gotina dawî berxwedêr dibêjin. Çawa ku dema wê hat jî em ê bibêjin, niha jî gotina dawî em bibêjin; me çawa ku heta niha tu caran serî li ber vê pergala bêhna zilmê jê tê netewandibe, weke neviyên Seyîd Riza, Şêx Seîdan em ê ji vir û şûnde jî serî netewînin. Li dijî xulamên lîberalîzmê yên ku dixwazin têkçûneke civakî biafirînin, em ê bi xurtkirina civakîbûnê bersivê bidin. Bila neyê jibîrkirin ku di dilê her berxwedêrekî de Prometheus veşarî ye. Dibe ku em niha ji hêla fîzîkî ve di hucreyên teng de bi tena serê xwe bin lê di dil, hest û hiş de em bi her kêliya xweşik a civaka xwe re ne. Mehek berê min xwest bi rêya nameyekê fikr û pirsgirêkên heyî ji rojnameyê re bişînim. Lê belê girtîgehê dest danî ser nameya min. Gotin ku nikarin bi vê naverokê bişînin û dê ji nîviyê zêdet xêz bikin û wisa bişînin. Min jî ev qebûl nekir.”