Dema nûçegihanê me nûçe dişopand, êrîşî wî kirin 2018-06-12 19:26:25   AMED – Li Amedê kesekî ku jinekê dişopand û ew taciz dikir, welatiyên li derdorê xwestin wî linç bikin. Hin kesên ku îdia kirin ku tacizkar bêtawan e, hewl dan êrîşî nûçegihanê me yê xwest ji bo nûçeyê dîmenan bigire, bikin.   Li Kuçeya 2’yan a Kûrt Îsmaîl Paşa ya semta Ofîsê ya navçeya navendî Yenîşehîr a Amedê, jineke ku navê wê nehat hînbûn diyar kir ku kesek wê taciz dike û qîriya. Li ser vê ew kes xwe bera nav kuçeyan da û reviya. Welatiyên li derdorê û jinika ku hat tacizkirin dan dû kesê ew taciz kir. Kesê ku reviya welatiyan ew li kuçeyekê zevt kirin û xwestin wî linç bikin.   Her wiha hin esnafên li derdorê jî, derpêş kirin ku kesê hatiye zevt kirin ne ew kesê ku jinik taciz kiriye û li ser kesê tacizkar tîşorteke spî hebûye û reviyaye. Lê belê jina ku hat tacizkirin, derpêş kir ku yê ku ew taciz kiriye ev kesê hatiye zevtkirin bi xwe ye.   Polîsên ku hatin cihê bûyerç, kesê ku hat diyarkirin jinik şopandiye û taciz kiriye binçav kirin. Her wiha polîsan tevî ew kes û jina ku hat tacizkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Yenîşehîrê.   ÊRÎŞÎ NÛÇEGIHANÊ ME KIRIN   Her wiha div ê navê de, hin kesên li derdorê bi ser nûçegihanê me yê ku nûçe dişopand de çûn. Ew kesên ku bi ser nûçegihanê me de çûn gotin: “Nekişîne, tu nav tînî ser bajarê me. Zar û zêçên zilam hene.” Piştî ew kes dest danîn ser kameraya nûçegihanê me û xwestin dîmenên hatine kişandin jê bibin û gef lê xwarin. Hin welatiyên ketin navberê, nûçegihanê me ji lînçkirin xelas kirin.