Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin 2018-06-12 16:33:35   STENBOL – Serdozgeriya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan cara 763’yemîn red kir.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Fuat Coşacak û Serbay Koklu bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 763’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana hevdîtinê ya parêzeran red kir.    Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve daxwaza hevdîtina parêzeran bi hincetên cuda tê redkirin.