Cezayek nû dan Encu 2018-06-12 15:29:32   ŞIRNEX – Dadgehê ji dosyeyek din 10 meh cezayê hepsê da Wekîlê Şirnexê yê HDP’ê Ferhat Encu yê wekîltiya wî hatibû betalkirin, vî cezayî veguherand cezayê pere.    Bi îdiayên “Propaganda rêxistinê kirin” û “Li dijî qanûna hejmara 5442’an a îdareya bajêr muxalefetkirin” doz li Parlamenterê HDP’ê yê Şinexê Ferhat Encu hatibû vekirin. Dadgehê ji vê dozê 4 sal û 6 meh ceza da Encu û di 6’ê sibatê de parlamenteriya wî betal kiribû. Ji dozek din a ku Encu jê dihat darizandin ceza jê re hat xwestin.    Danişîna çaremîn a doza Encu ya bi hinceta “Dewletê biçûk xistiye” li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Hezexê hat dîtin. Encu ji Girtîgeha Kocaeliyê bi SEGBÎS’ê tev li danişînêbû. Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û xizmên Encu dozê şopandin. Piştî kontrola nasnameyê Encu û parêzeran parastin kirin û sûcdariyan red kirin.    Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û di çarçoveya sûcdariya derbarê Encu de 10 meh cezayê hepsê lê birî û vî pereyî veguherand cezayê pere.