Li Sokê welatiyê 74 salî yê mînîbusa leşkerî perçîqan jiyana xwe ji dest da 2018-06-12 14:22:25   AYDIN - Li Sokê, mînîbusa Leşkerî ya Ahmet Barişik ê 74 salî perçiqan, jiyana xwe ji dest da.    Li Duryana Kemerkent Evlerî ya taxa Sarikemer a navçeya Soke ya Aydin, di saetên şevê yên 11’ê Hezîranê de, mînîbusa Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Soke, bi hinceta îxbarek derbarê bûyerên civakî de heye, çû taxê û gava xwest paşve vegere, Ahmet Barişik ê 74 salî yê di rê de diçû, binde ma.    Barişik, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Barişik, piştî lêpirsîna dozgerê komarê yê nûtirvan, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Fehîme Faîk Kocagoz a Soke. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat diyar kirin ku Barişik ji Konyayê koçî Aydinê kiribû û salên dirêjbû li Soke dijiya. Cenazeyê Barişik li Goristina Ugur Budak a Sarikemerê hat definkirin.