Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e 2025-01-15 15:35:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku 3 kesên li Edeneyê di malekê de mirî hatin dîtin ji aliyê polîs Mehmet Tehçî ve hatin qetilkirin. Hat diyarkirin ku Tehçî 2 kesên din jî qetil kiriye.   Li Taxa Yenîdogan a navçeya Yuregîr ya Edeneyê di saetên sibehê de Yusuf Tehcî yê 64 salî, hevjîna wî Husne Tehcî ya 61 salî û xwişka wî Semîha Tehcî ya 53 salî ku qirika wan hat birîn û hatin qetilkirin.   Hat diyarkirin ku cînayet ji aliyê polês Mehmet Tehçî yê li Mêrsînê wezîfedar e pêk aniye. Hat gotin ku Tehçî beriya niha 2 kesên din jî qetil kiribûn.   Polîs Tehçî danê sibehê li Mêrsînê burayê xwe yê mamoste Îsmaîl Tehçî ji navenda etukê biriye herêma bejahî ya Navçeya Kabasakalê û li wir kuştiye. Polîs Tehçî piştre hat navçeya Tarsûsa Mêrsînê hevjîna xwe Ferdane Tehçî qetil kir û piştre bi wesayîtê hat Edeneyê. Polîs Tehçî li vir jî 3 xizmên malbata hevsera xwe qetil kir.   Polîs Tehçî li ser rêya Osmaniyeyê hat binçavkirin. Hat ragihandin ku salek berê kurê Tehçî întîxar kiriye û ji vê întîxarê malbata hevjîna berpirs dibîne.