Sembola berxwedana jinên kurd 2025-01-15 11:28:47   ŞIRNEX –Binevş Agal li Botanê tovên têkoşîn û berxwedanê reşand û Berîvan Cizîrî wiha behsa wê kir: "Wê gel hişyar kir. Min navê wê li xwe kir, beşdarî têkoşînê bûm û hewl da bibim layiqî navê wê."    Bînevş Agal bi sekn, berxwedan û têkoşîna xwe di karwanên jinên nemir de cih girti û li Botanê wek Bêrîvan dihat naskirin. Dema ku di 16'ê çileya 1989'an de jiyana xwe ji dest da, gel rakir ser piyan. Bi têkoşîna xwe ji jinên kurd û êzidiyan re bû çavkanî. Tevî ku gelek sal di ser şehadeta wê re derbas bûne jî têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin.   Binevş Agal li gundekî navçeya Qûbîna Êlihê ku gundek êzidiyan e di sala 1966’an de hat dinê. Navê Bînevşa Narîn a destana ‘Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn’ li wê kiribûn. Malbata wê wekî gelek malbatên êzidî piştî darbeya 12’ê îlona 1980 neçar ma koçî Ewropayê bike. Binevş Agal piştî ku tevli tevgera azadiyê bû navê Bêrîvan li xwe kir. Di sala 1985’an de ji Ewropayê derbasî Rojava bû û ji wir jî derbasî herêma Cizîrê ya Şirnexê bû. Di demeke kurt de di nav gel û jinên botanî de hat naskirin û hezkirin. Di 16’ê çileya 1989’an de di encama serdagirtina malekê de jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê heta niha her tim wek efsane navê ‘Bêrîvan’ li ser ziman e.    Gelek malbatan navê Bêrîvan li zarokên xwe kir û gelek kesên ala têkoşînê hilgirtin ev nav li xwe kirin. Ji wan yek jî Bêrîvan Cizîrî ye ku li Cizîrê di Newroza 1992’an de bi kefiya xwe ya spî ve pêşengî ji gel re kir û li hember hêzên dewletê ku panzer diajotin ser gel û qetlîam pêk dianîn tiliya xwe dihejand. Bêrîvan Cizîrî têkildarî têkoşîna Binevş Agal ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    ‘WÊ TÊKOŞÎN BELAV KIR’   Bêrîvan Cizîrî da zanîn ku li Botanê nasname û hişmendiya bi hatina Binevş Agal ve xurt bûye û wiha axivî: “Hevala Binevş Agal bandor tenê li gelê Cizîrê nekir, bandor li hemû gel kir. Perwerdehiya Rêbertî dît û li Rojava xebat meşand. Piştî demekê hat Cizîrê. Bi hatina wê ve li Cizîrê gel hişyar bû. Bandoreke mezin li ser gel kir. Li hemû malên ku diçûyê bandor li ciwan, jin, kal û pîran dikir. Nemaze jî sekna wê ya kurdewar bala mirov dikişand. Bi xebata xwe ve gel rêxistin dikir û rêxistin bi gel dida naskirin. Tax bi tax digeriya, civîn lidar dixist, jin û gel dianî gel hev. Sekn û usluba wê ji bo naskirina rêxistinê bes bû. Ne tenê li Cizîrê bajar bi bajar digeriya û gel rêxistin dikir. Şehîdbûna wê bandoreke mezin li min kir. Pir li ber xwe da û bi lehengî şehîd bû. Pêvajoya şehîdbûna wê ji nêz ve dizanim. Min hevala Berîvan li mala birayê xwe dît û wê demê ez 14 salî bûm. Min gelek tişt fêm nedikir lê dema min hevala Bêrîvan dît pir di bandora wê de mam. Piştre ji bo min bû armanc.”   ‘JI HÊZA WÊ DITIRSIN’    Bêrîvan Cizîrî diyar kir ku şehadeta Binevş Agal jî bandor li gel kir û wiha pê de çû:  “Hevala Bêrîvan civîna xwe ya dawî bi heval Emîn re li Taxa Cûdî pêk anî. Di navbera wan û polîsên ku bi awayekî fizîkî dişopandin de pevçûn derket û li wir heval Bêrîvan û Emîn birîndar bûn. Îşkence li her du hevalan kirin û piştre bi 8 guleyan ew qetil kirin. Piştre her kes binçav kirin. Ji bo 2-3 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Cenazeyên wan nedan malbatan. Cenazeyên wan ji aliyê şaredariyê ve hatin definkirin. Destûr nedan ku raya giştî ji geşedanan agahdar bibe. Ji ber ku ji hêza heval Bêrîvan ditirsiyan.”   ‘ME XWEST LAYIQÎ KEDA WÊ BIBIN’   Bêrîvan Cizîrî anî ziman ku piştre ala têkoşînê dewr girtiye û wiha axivî: “Ji min re gotin, tu weke heval Bêrîvan wêrek î, navê wê li xwe bike. Ez gelek li ser vê yekê fikirîm, gelo ez ê hêjayî vî navî bibim. Piştre min hewl da ku layiqî nav û têkoşîna wê bibim. Li pey rêheval Bêrîvan bi sedan ciwan beşdarî têkoşînê bûn. Mîrasa têkoşîna ku li pey xwe hişt li gelek bajaran belav bû. Komîteyên jin û ciwanan hatin avakirin. Ev mîrate gav bi gav li seranserê Kurdistanê belav bû û pêngava serhildanê dest pê kir. Berxwedana Cizîrê ji bo hemû kurdan bû çirûskek agir. Êdî pêvajoya xebat, rêxistinî û serhildanê bû. Me nexwest têkoşîna heval Bêrîvan da destpêkirin nîvço bimîne û me xwest layiqî keda wê bibin.”   ‘ŞOREŞA JINAN DÊ BI SER BIKEVE’   Bêrîvan Cizîr got ku şoreşa jinan dê bi ser bikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev têkoşîna ku wê daye destpêkirin hê jî didome. Têkoşîna wan bû sedem ku ez û gelê Cizîrê dakevin qadan. Tiştekî ku ez winda bikim tune bû. Di heman demê de min navê wîê jî li xwe kir, lewma divê ez layiqî vî navî bim. Bêrîvan şehîd bû, lê bi hezaran kes rêya wê dişopînin. Îro ev têkoşîn li çiya, kolan, bajar û her çar parçeyên Kurdistanê didome. Şoreşa jinê li gorî têkoşîna ku li pey xwe hiştiye wê bi ser bikeve.”    MA / Zeynep Durgut