Dikandarê silava Altunay ê AKP’î negirt: Ev 10 salin hûn li ku derê bûn? 2018-06-12 12:03:15 STENBOL - Dikandar Cengîz Guzel, ê bi gotin “Destê we bixwîne” Serokê Şaredariya AKP’ê yê Sultangazî Cahît Altunay şermezar kir, got ku; “Piştî 10 salan me cara yekemîn dît. Min jî jê pirsa ev 10 salin hûn li ku derê bûn, kir. Altunay ji bo propagandeya hilbijartinê hat û cûda armancekê wî tune bû.”   Serokê Şaredariya navçeya Sultangazî ya Stenbol ê AKP’ê Cahît Altunay xwest biçe serdana dikandarên taxa Gazî, lê rastî bertekên dikandar hatibû. Dikandar Cengîz Guzel xwest bi girtina derabeyên dikana xwe, Altunay şermezar bike. Altunay çû gel Guzel û xest silav bidiyê.     Guzel, bi gotina “Destên we bixwîn in. Nikarim destên we bigirim” bertek nîşanî Altunay da. Altunay û yên perê, ji ber bertekên Guzel û welatiyên taxê neçar man ku biçin Qereqola Gazî. Dikandarên Gazî bertek nîşanî serdana Altunay dan û gotin ji ber hilbijartinê hat taxê. Dikandar Cengîz Guzel, diyar kir ku piştî 10 slaan wan cara yekemîn Altunay dîtin û wiha  axivî: "Min jî jê pirsa ev 10 salin hûn li ku derê bûn kir. Altunay ji bo propagandeya hilbijartinê hat û cûda armancekê wî tune bû."