Dayîka 5 zarokan 2 salin nizane ji ber çi girtiye û tê darizandin 2018-06-12 10:34:37   AMED - Gurbet Çîçek bi 4 zarokên xwe re hatibû binçavkirin. Çîçek, diyar kir ku keça wê ya 12 salî rastî îstîsmara zayendî hat, difina kurekê wê hat şikandin û kurekê wê yê din jî nezî mehekê ji nava cihan derneket û ji ber îşkenceya li wê hat kirin jî êdî nabihîse. Çîçek, anî ziman ku nizane bi çi tê darizandin û ev 2 salin li benda amadekirina îdîanameyê ye.   Dayîka 5 zarokan Gurbet Çîçek, a xwendin û nivîsandina wê tunebû, dibin çavan de bi darê zorê tiliya wê li binê kaxezekê xistin û bi vê hincetê 2 salin girtiye. Çiçek a nizane ji ber çi girtiye, demildest dixwaze îdîanameya wê bê amade kirin û zanibe ji ber çi tê sûcdarkirin.   Çîçek bi navbeynkariya nûçegihana girtî ya DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin a di Girtîgeha Tîpa T a Xerbetê de, di nameya şand de tiştên jiyayî wiha vegot: “Ez bi malbata xwe re hatin binçavkirin. Ji ber îşkenceya li min hat kirin, êdî ez nabihîsim. Keça min a 12 salî rastî îstîsmara zayendî hat, difina kurekê min şikandin û kurekê min ê din jî nezî mehekê ji nava cihan derneket. Kurên min bi îşkenceyê nîv mirî kirin.”   Çîçek a di Hezîran 2016’an de hat binçavkirin û girtin, di nameya şande ev tişt gotin: “Ez 50 salîme û dayîka 5 zaroka me. Ev 2 salin girtîme. 2 salin li bendême ku îdîanameya min amade bikin. Tiştên min dibin çavan û di girtîgehê de jiyan, min xwest bi vê nameyê bi raya giştî re parve bikim. Ji bo tiştên anîn serê min neyinin serê tu kesên din. Ez dixwazim bêhiqûqî û bêedaletiya li min tê kirin êdî bi dawî bibe.   ‘DIBIN ÇAVAN DE KEÇA MIN A 12 SALÎ RASTÎ ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ HAT’   Ez li gundê Bayir ê navçeya  Dêrika Mêrdînê dijiyam. Bi çotkariyê me debara xwe dikir. Rojekê serê sibê ji nişka de ez û 4 zarokên min bi îdîaya ‘Emdamtiya rêxistinê” binçav krin. Dibin çavan de ez û zarokê min rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatin. Perdeya guhê min qetandin. Difina kurekê min şikandin. Ji ber derbên îşkenceyê kurekê min ê din nêzî mehekê nekarî ji nava cihan derbikeve. Keça min a 12 salî tazî kirin û rastî îstîsmara zayendî hat. Zarokên min rastî travmayek giran hatin û hîna vê travmayê dijîn. Bi taybetî keça min 12 salî pêvajoyek pir zor jiya û hîna jî dijî. Piştî binçavkirinê zarokên min bi şertê kontrolê hatin berdan. Ez hatim girtin. 2 salin li bendême ku îdîanameya min amade bikin. Xwindin û nivîsandin min tuneye. Bi darê zorê tiliya min li binê kaxizekê xistin û ji ber vê 2 salin girtîm û li bendême ku derbikevim pêşberî dadgehê.”   ‘WEKE DAYÎKÊ BANG LI RAYA GIŞTÎ DIKIM’   Çiçek, di dawiya nameyê de banga hestiyariyê li raya giştî kir û wiha got: “Nexweşiya min a Hepatît B heye. Di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan re têdikoşim. Çavekê min nabîne û guhên min nabihîsin. Divê bêm emeliyat kirin. Cardin nexweşînên min ên tansiyon, kolesterol û kezeba reş hene. Li derve de dayîk û bavekê min ê pîr û kal hene. Zilamê min windaye, li ku deriyê  nizanim. Kesek nîne li zarokên min mêze bike. 2 salin girtîme û li benda îdîanameyê me. Ez weke dayîkekê bang li raya giştî dikim ku bi hestiyar tevbigerin.”