Parêzeran li dijî hîleyên hilbijartinê peywîrdar û hilbijêran hişyar kir 2018-06-12 09:57:29 WAN – Li Wan, Colemêrg û Bedlîsê ji bo ewlehiya sindoqan xebat ber bi dawî ve diçin. Parêzerên OHP’ê ji bo peywîrdarên sindoqan hişyariya ji bo muşahît û hilbijêran kirin.  Ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re 12 roj man û di mijara ewlehiya sindoqan de li Wanê seferberiyek dan destpêkirin. Gelek parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ji bo ewlehiya sindoqan zend û bendên xwe girê dane. Dê roja hilbijartinê parêzer sindoq bi sindoq bi parêz in.    'GIRTEKÊN VALA ÎMZE NEKIN’    Parêzer Ekîn Yeter diyar kir ku di mijara ewlehiya hilbijartinê de reçeteya welêt ne paqij e û ji bo vê yekê jî bi dil û can dixebitin. Yeter anî ziman ku bi du qonaxan xebatê birêve dibin û muşahîtên li ser sindoqan xwedî kîjan mafan e agahdar dikin û îşaretî girîngiya bikaranîna mafên muşahîtan kir. Çîftçîler xwest ku muşahît girtekên vala îmze nekin.     HIŞYARIYA JI BO MUŞAHÎTAN    Yeter muşahîtan hişyar kir û got: “Divê muşahît serê sibê saet di 06.30-07.00’an li se sindoqan amade be. Divê ji kêliya ewil ve sindoqan bişopînin. Divê bikevin pêşiya hemû cûre dek û dolaban. Lazim muşahît wê rojê bi çar çavan heya wan ji sindoqan hebe. Pêwîste muşahît li dema gazin û îtîrazê baldar bin. Li gel van a herî girîng jî lazim e li dijî provakasyonan baldar bin.  ”    'EM JI BO ROJA HILBIJARTINÊ AMADE NE’    Parêzer Erhan Çîftçîler jî destnîşan kir ku parastina sindoqan tenê ne karê parêzerên OHP’ê ye û divê hemû hempîşeyên wan di nav xebatê de cih bigirin û li Wan, Colemêrg û Bedlîsê 86 hempîşeyên wê dê ji bo ewlehiya sindoqan roja hilbijartinê bixebitin. Çîfçtîler da zanîn ku wan hemû amadekarî û plansaziya xwe kirin e û ji roja hilbijartinê re amade ne. Çîftçîler anî ziman ku ew wek her serdemê ji bo dizîkirina dengan asteng bikin di nav hewldanan de ne û got: “Bi taybetî li dijî keyayên gundan şantaj tê kirin. Ji bo em li dijî dek û dolabên AKP’ê derbikevin û dizîkirina dengan vala derxin, em ê li her deverî bin. Li ser her sindoqê muşahîdek HDP’ê heye. Wê maseyên qirîzê bên avakirin, ji bo pirsgirêkan wê di her kêliyê de parêzer bişînin. Amadekarî li Bedlîs û Colemêrgê jî bê navber didomin. Bila di dilê gelê me de tirs û gumana avêtina dengan tune be. Dikarin bi rehetî biçin ser sindoqan û vîna xwe di sindoqan de nîşan bidin.”    MA / Mujdat Can