ÎSKÎ, zeviyên welatiyan bêyî wan firot 2018-06-12 09:24:44 STENBOL - ÎSKÎ, ji bo projeya 3’emîn Balafirgehê û Kanal Îstanbul li taxên Yenîkoy û Durusu bi hezaran dolim zeviyên welatiyan îslîmlaq kir. Welatiyên ku zeviyên wan hatin îstîmlaqkirin, diyar kirin ku piştî pere li ser hesabê wan hat razandin fêr bûne ku zeviyên wan hatine firotin.  Hikûmeta AKP'ê projeya 3'emîn a Balafirgehê xist meriyetê. Di înşaata balafirgehê de nêzî 400 karker mirin. Ji bo projeya Kanal İstanbul ku perçeyekî projeya balafirgehê ye, bi hezaran dolim zeviyên welatiyan hatin firotin. Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Stenbolê (İSKİ) bi hezaran zeviyên welatiyan bêyî agahiya wan îstîmlaq kir. Welatiyên ku zeviyên wan hatin îstîmlaqkirin diyar kirin ku piştî pere li ser hesabê wan hat razandin û çavkaniya pereyan pirsîn fêr bûn ku zeviyên wan hatiye firotin. Welatiyên taxên Yenîkoy û Durusu yên Navçeya Arnavutkoyê diyar kirin ku bi hezaran dolim zeviyên wan bêyî agahiya wan hatiye firotin.    Welatiyên ku tabûyên wan di qeydên ÎSKÎ de hebûn, bi riya meblagê pereyên wan hatin razandin. Welatiyên tabûyên wan ji serdema Osmanî de mabûn jî tu pere nedan wan. Welatiyên ku bi salan in li vir fasûlî diçînin û sewalkariyê dikin diyar kirin ku mexdûr bûne.    Welatiyen taxê diyar kirin ku zeviyên wan li tenişta Gola Terkosê û herêma Kumluk a Durusuyê biryara îstîmlaqê dane. Piştî zevî hatin îstîmlaqkirin villa û malên di nava zeviyan de hatin xerakirin. Xwediyên zeviyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ger her tişt ji bo Stenbolê bê kirin ji bo wan nan û av namîne û dê hemû mal û milkê wan ji deste wan here.  Welatiyan destnîşan kirin ku ev tevî tahsîsî Şirketa Durusu Fidancılık Peyzaj İnş. û Şîrketa Derve kirine. Navê xwediyê fîrmayê Savaş Bayraktar jî li halê tune ye.    MA / Muhammet Dogru