ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN 2018-06-12 09:00:52 * Welatiyên elewî yên li Gimgimê berê deng didan CHP'ê, gotin ji bo HDP di bin bendavê de nemîne ew ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.  * Namzetê HDP'ê yê Hatayê Mîthat Mîroglû, diyar kir ku HDP partiya hemû bindest û kedkaran e û got: "Ji bo Hatay careke din bibe bajarê aramî û aştiyê em ê bitêkoşin."    * Namzetê HDP'ê yê serkomariyê Selahattin Demirtaş û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ku ew Demirtaş di Girtîgeha Edîrneyê de li heman odeyê dimînin, peyamek ji gelê Geverê re şandin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku, ew bawer dikin ku d gelê navçeyê bi dengekî zêde bersiva zaliman bidin.    *  Namzetê HDP'ê yê Erdexanê Ozturk Polatê ku di rojnameyên cuda de nûçegihanî kiriye, diyar kir ku armanca wan ew e ku ew rêjeya 7'ê Hezîranê derbas bikin.    * Kemal Çakmakê ku li ser înşeatê dixebite, dev ji kar û barê xwe berda û di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih girt. Çakmak got: "Heta ku em hilbijartinê winda bikin, bila birçî bimînim."    * Karkerên înşeatê diyar kirin ku ew li hemberî ekdxwariyê dengê xwe bidin HDP'ê. Her wiha karker belavokên hilbijartinê bi xwe re dibin şantiyeyan û li karkerên din belav dikin.    * Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Abdulahkim Daş, diyar kir ku dema ew bê hilbijartin ewilî ew ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikamkî bixebite û bal kişand ser taybetmendiya HDP'ê ya piralî û demokratîk.    * Li Amedê bi hinceta "ewlehiya hilbijartinê" hatibû xwestin ku hin sindoq bên veguhastin, lê belê serlêdan ji aliyê YSK'ê ve hatibûn redkirin. Li gel vê redkirin jî, Desteyên Hilbijartinê yên Navçeyê li 3 navçeyan biryara veguhastin û yekkirina 16 sindoqan da.    * ÎSKÎ, ji bo projeya 3’emîn Balafirgehê û Kanal Îstanbul li taxên Yenîkoy û Durusu bi hezaran dolim zeviyên welatiyan îslîmlaq kir. Welatiyên ku zeviyên wan hatin îstîmlaqkirin, diyar kirin ku piştî pere li ser hesabê wan hat razandin fêr bûne ku zeviyên wan hatine firotin.    * Xwendekarên Lîse yên li Kadikoyê çalakiya karneyê pêk anîn û bi derbkirinê hatin binçavkirin, dê li Edliyeya Çaglayanê serlêdana sûc bikin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê ji bo mîtînga 20'ê Hezîranê pêk bê dê îro li avahiya bajar civîna çapemeniyê pêk bînin û banga tevlêbûna mîtîngê bikin. (11.00)    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê gera hilbijartinê li Dilok, Edene û Hatayê berdewan bike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî jî dê li Îzmirê gera xwe berdewam bike. (13.00-20:30)    * Odeya Tabîban a Stenbolê û Akademisyenên Aştiyê, ji bo Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu yê girtî de lîsteka “Hamzaoglu” ku amade kirine dê li NAvenda Çandê ya Cemil Candaşê bidin pêşandan. (20.00)