Planên hikûmetê yên nû ji bo Sûrê çine? 2017-10-16 09:16:30 AMED – Hevberdevka Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na Buşra Cîzrelîogullari, der barê planên li ser xerakirina Sûrê de diyar kir ku planên hikûmetê yên nû û veşarî hene û wiha got: “Plana Îmarê ya bi Armanca Parastinê bi hincetên cuda ji bo guhertinê derxistine îlanê. Bi kepçeyan dikolin. Lê nayê zanîn çi dikolin. Her tişt veşarî tê kirin."  Hevberdevka Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na Buşra Cîzrelîogullari, der barê planên li ser xerakirina Sûrê yên nû nirxandin kir. Cîzrelîogullari, diyar kir ku li Sûrê bi navê "Veguhestina Bajarvaniyê" xerakirin didome û wiha got: "Li ser xerakirinê planên hikûmetê yên nû hene. Me di şopandina Lijneya Îhaleyên Cemaweriya Bajar de, hîn bûn ku Plana Îmarê ya Bi Armanca Parastinê dê bê guhertin. Plana Îmarê ya bi Armanca Parastinê, ji bo guhertinê derxistin îlanê."    Cireliogullari, diyar kir ku beşên derxistine îlanê taxên Alipaşa û Lalebey in û wiha got: "Di sala 2012'an de bi îmzeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Xaredariya Sûrê, Lijneya Herêma Parastinê, ‘Plana Îmarê ya bi Armanca Parastinê" amade kirin. Gelek mimar, endezyar plansazên bajar, civaknas, derûnînas, arkeolog û gelek pispor kom bûn û li gorî kevneşopî û milê otantik ê bajar plana parastinê amade kirin. Ev herêma ku wê demê plana parastinê amade kiribûn îro didin îlanê. Der barê vê planê de tu agahî nehatiye parvekirin. Ev yek me dixe nava fikaran.    Cizreliogullari anî ziman ku planen li herêmê tên kirin planên rantê ne û ev planên rantê bi hemû bez û beziya xwe dikevin meriyetê u wiha got: "Her çend hikûmet dibêje ev plan dê li gorî Plana Îmarê ya bi Armanca Parastinê têkeve meriyetê jî xerakirina ku îro li vir pêş dikeve kolandina veşarî tê kirin, guhertinên tên kirin em li ber çavan dibînin. Ev jî nîşan dide ku ev plan dê nekeve meriyetê. Plan hatiye guheritn. Planên nû hene. Em dibînin ku ev plana parastinê hatiye guhertin û derdixin îhale û îlanê. Ev dê zerarê mezin bide Sûrê. Kolandinên li qadê tên kirin ji zanistî û pîvanên arkeolojiyê pir dûr in.    Niha Alipaşa dorpêç kirine û dîwar li dora wê lê kirine. Li wir kolandin tê kirin, Çi dikolin, ji bo çi dikolin, nayê zanin. Her tişt veşarî te kirin Saziyên îhale girtine jî niha ji ve komkujiya dîrokê re şahidiyê dikin."