DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da 2025-01-07 12:46:47 AMED - MYK’a DBP’ê diyar kir ku astengkirina anîna cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.  Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî astengkirina şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe, da.    Daxuyaniya nivîskî bi sernavê “Hjiqûqa navneteweyî tê binpêkirin” hate weşandin û wiha hate gotin: “Şandeya ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe, 17 saetin li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin. Wergirtina cenazeyan bi awayekî keyfî tê astengkirin û ev kes bêrêziyeke li dijî bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dayin û ezyetkirina xizmên wan e.    Tirkiye û Herêma Federe ya Kurdistanê bi hevkariya xwe hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Divê şande demek beriya demekî ji deriyê sînor derbas bibe, cenazeyan wergire û rojnamegerên hatine qetilkirin hêjayî jiyan û têkoşîna xwe bên definkirin.”