Buroya HDP'ê ya Marmarisê rastî êrîşa bi kevir hat 2018-06-11 16:57:15   MUGLA - Li Navçeya Marmarisê ya Muglayê avahiya buroya hilbijartinê ya HDP'ê rastî êrîşa bi kevir hat.    Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ku li ser Kolana Ulusal Egemenlik a Marmarîsa Muglayê ava kiriye, rastî êrîka bi keviran hat û cemên wê hatin şikandin. Piştî rêveberên HDP'ê agahî dan polîsan, polîs hatin cihê bûyerê berpirsê bûyerê A.T.D. binçav kirin. Hat îdîakirin ku deruniyaA.T.D. ne baş e. Hat diyar kirin ku di encama êrîşê de gelek amurên li avahiyê zerar dîtine.