Nûçegîhanê me Guneş hat girtin 2018-06-11 16:41:46   ŞIRNEX - Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Berzan Guneş li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî sewqî dadgehê kirin ji aliyê dadger ve hat girtin.     Nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Berzan Guneş ji bo nûçeyê bişopîne çû Şirnexê û di benda kontrolê ya polîsan de hat binçavkirin. Guneş di çarçoveya lêpirsinê ya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Îdirê de hatiye binçavkirin. Guneş birin Adliyeya Şirnexê û li vir bi riya SEGBÎS'ê îfade da Dadgerê Ceza Yê Sulhê ya Îdirê. Guneş, piştî îfade da, dadger, bi îdiaya li ser medya civakî propaganda rêxistinê kiriye" biryara girtinê da. Piştî Guneş hat girtin, ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Hadgehê piştî Guneş girt, dest danîn ser wênekêş û kameraya wî jî.    Polîsan di 4'ê Nîsanê de bi ser mala wan a Îdirê de girtibû û li şûna Berzan Guneş bavê wî Ahmet Güneş (68) binçav kiribûn. Guneş, li dozgeriya Cizirê îfade dabû û bi fermana dozger serbest hatibû berdan.