Bi pereyê şaredariyan dibistanan restore dike 2017-10-16 09:14:06 MÊRDÎN - Qeyûma Şaredariya Qoserê bi butçeya şaredariyê dibistanên girêdayî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Qoserê restore dike. Mala Perwerdehiya Gel a Kurdî jî kirin dibistana navîn Qeyûma Şaredariyak Qoserê li gundên Qoserê, ji butçeya şaredariyê dest bi restoresyona dibistanên girêdayî Midûriyeta Perwerdehiyê (MEB) kirin. Dibistanên li şûna dewlet û MEB restorasyon û kêmasiyên wan temam bike, bi pereyên şaredariyê kêmasiyên wan tên temamkirin. Hat fêrbûn ku Qeyûmê mesrefa 9 dibistanan da ser pişta xwe.    MALA GEL KIRIN DIBISTANA NAVÎN    Qeyûmê Mala Gel a li Taxa Bahçelîevler ku dersa kurdî dida, diyarî MEB'ê kir. Mala gel ku berê dabûn malbatên Şengalê yên ji DAIŞ'ê reviya bûn, niha diyarî MEB'ê kirin û dê bikin Dibistana Navîn.