Di meha gulanê de televîzyonan cih neda HDP’ê 2018-06-11 13:59:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora endamên RTUK’ê yên CHP’ê Îsmet Demîrdogen û Îlhan Taşçi di meha gulanê de tu televîzyonekê cih nedaye HDP’ê ya ku dengê 6 milyonan bi dest xistiye.    Endamên Desteya Bilind a Telvîzyon û Radyoyê (RTUK’ê) yên CHP’ê Îsmet Demîrdogen û Îlhan Taşçi daneyên TRT û hin televîzyonên taybet kirin rapor.  Li gorî rapora Îsmet Demîrdogen û Îlhan Taşçi di meha gulanê de tu televîzyonekê cih nedaye HDP’ê ya ku dengê 6 milyonan bi dest xistiye. Di raporê de hat gotin ku TRT’ê qet cih nedaye HDP’ê.