Buldan sibê li Hatayê ye 2018-06-11 13:23:51   HATAY – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê sibê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê sibê biçe Hatayê.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de îro li Rihayê ye. Buldan dê sibê di çarçoveya heman bernameyê de biçe Hatayê û wê li wir xebata hilbijartinê dewam bike. Buldan û yên pê re ewil dê biçin Îskenderûnê. Pişt re jî dê derbasî Doryolê bibe. Piştî hevdîtinên li vir ên bi gel re dê Buldan li Erzînê tev li xwarina fitarê bibe.    Buldan dê roja Çarşemê jî li Edeneyê gera hilbijartinê bidomîne.