‘Li Girtîgeha Rihayê ji muslixê kurmik diherikin’ 2018-06-11 11:07:06   RIHA – Li wargeha Saziyên Cezayê Înfazê ya Rihayê li girtîgeha jinan li qawîşên 10 kesî 32 kes dimînin û girtiyan ragihandin ku ji muslixan kurmik diherikin.    Li wargeha Saziyên Cezayê Înfazê ya Rihayê li Girtîgeha Girtî ya Jinan, Ramazan Kavrî bi xizmên xwe re hevdîtin kir. Girtiyan ji Kavrî xwestiye binpêkirinên li ser wan pêk tên ragihîne. Kavrî diyar kir ku di qawîşên 10 kesî de 32 kes dimînin û xwarinên didin girtiyan jî nayê xwarin û ev xwarin bêyî bixwin diavêjin çopê. Kavrî destnîşan kir ku girtî ava muslixê vedixwin û carna bi rojan ava wan qût dikin û dema av diherike jî ne paqij e. Kavrî got: “Gotin ku heta ku ji muslixan kurmik jî diherikin.”