AKP li Şirnexê dengê xwe yê heyî jî winda dike 2018-06-11 09:37:16 ŞIRNEX – Li Bajarê Şirnexê ku HDP’ê bi tevlêbûna hezaran buroya hilbijartinê vekir, AKP bêtir xist nava tirs û fikaran. AKP ku armanc dikir wekîlekî derxe, heviya xwe ji Şirnexê qut kir û nikare dengê xwe yê berê jî biparêze.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 1'ê Mijdara 2015'an de ji sedî 85.5 deng derxistibû û bûbû partiya yekemîn. Di 24'ê Hezîranê de jî armanc dike ku ji berê bêtir deng derxe. HDP ku li Şirnexê bi ruhê 7'ê Hezîranê xebata hilbijartinê dike, armanc dike ku 4 wekîlan bişîne meclîsê. Namzetên HDP'ê Hasan Ozguneş, Nuran Îmîr, Prz. Huseyin Kaçmaz û Dr. Serdar Kunî ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê. Namzetên AKP’ê Rîzgîn Bîrlîk, Hatice Atan, Mehmet Emin Dindar û Mahmut Okten jî dengê AKP’ê yê heyî jî belav dikin û berê hilbijêrên AKP'î yên berê didin partiyên din.    Di hilbijartina berê de li Şirnexê CHP zêde derneket pêş, lê niha bi namzet Sabri Kuytan, Abdulkerim Varli, Gunduz Okten û Osman Yeren xebatên xwe li Şirnexê dimeşîne. HUDA-PAR jî li Şirnexê bi namzet Nasuh Sevinik, Emcet Yalçin û Ridvan Tatar xebatan dimeşîne. Partiya ÎYÎ ku yekem car dikeve hilbijartinê jî bi namzet  Hasan Tatar, Abdullah Gulçe, Haci Ozer û Hamet Nurçok xebatên hilbijartinê dimeşîne. Di vê hilbijartinê de piştî ku CHP, HUDA-PAR û ÎYÎ li Şirnexê namzet nîşan dan hilbijêrên AKP’ê jî belav bûn.    HER VEKIRINEK BUROYÊN HDP’Ê DIBE WEKÎ MÎTÎNGÊ    Li Bajarê Şirnexê û navçeyên wê tevî ku qeyûm tayînî şaredariyên wê kirin û bi tang û topan bajar xera kirin jî her vekirinek buroyên HDP'ê yên li Şirnexê vedigerin wekî mîtîngan. Li bendê ye ku HDP li Şirnexê bi rêjeya herî bilind 4 wekîlan bişîne meclisê. Bi sedan endamên HDP’ê bi şev û roj li tax û navçeyan xebatên hilbijartinê dimeşînin. Li navenda Şirnex, navçeyên Hezex, Silopî û Cizîrê bi tevlêbûna hezaran buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Rêveberên HDP'ê piştî hilbijartin nêzîk ma, berê xebatên xwe dan gundan û li gundan xebatan berdewam dikin.    JIN Û CIWAN PÊŞENGIYÊ DIKIN   Rêveber û Namzetên HDP'ê li her navçe, gund û taxan rastî eleqeyek gelek mezin tên. Dîsa rastî gotinên "Hewce nake hûn bên vir, vir tev HDP'î ne." tên. Di xebatan de herî zêde jin û ciwan calak cih digirin. Bi roj kolan bi kolan belavokan li esnafan belav dikin û bi şev jî li malan digerin. Malbatên ku zarokên wan di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan bi awayekî çalak di nava xebatan de cih digirin. Gelê Şirnexê jî namzetên xwe kêfxweş in û ji bo wan bi dengekî zêde bişîne meclîsê bi şev û roj piştgiriyê didin xebatan.    AKP'Ê HÊVIYÊN XWE WINDA KIRIN   AKP'ê ku hevî dikir namzetekî bişîne melîsê, êdî ew heviya xwe jî winda kiriye. Wekilê AKP’ê yê serdema 24'an yê Şirnexê Dindar ji ber ku dema wekîl bû bi pirsgirêkên gel re eleqeder nebû, êdî ji aliyê gel ve nayê hezkirin. Ji ber tayînkirina qeyûman û xebatên wekîlan ên neyînî bû sedem ku xizmên wekîl Okten di partiyên din de xwe namzet nîşan bidin.    MALBATA TATARAN XWE DAN ALÎ   Dîsa yek ji malbatên cerdevanan Arslan Tatar û Abdullah Veli Seyda ku AKP'ê pişta xwe dabû wan, piştî ku namzet nehatin nîşandan, bû sedema niqaşan û malbata Tataran xwe ji AKP'ê vekişand û dan alî. Piştî ji ber AKP'ê namzetên cuda nişan dan, di navbera namzetan de niqaşên cuda derketin û êdî AKP'ê heviya xwe winda kir.    CIHÊ KU QEYÛM TAYÎN BÛ DENGÊ AKP'ê BÊTIR KÊM BÛN   Li Şirnex û navçeyên Şirnexê bêtir buroyên AKP’ê yên hilbijartinê girtî ne an kes lê tune ye. Hat diyar kirin ku AKP'îyan di gera gundan de xwestiye ku hindik be jî dengê xwe bidin wan û heviya xwe ji Şirnex û navçeyên Şirneqê qut kirine.   Malbata Tatar ku bi salan e piranî deng didin AKP’ê vê carê piraniya para Eşîra Jirkiyan deng nadin. Piştî partiyên Hur Dava, Saadet, İYİ  namzet nîşan dan AKP perçe bû û Malata Tataran belav bûn.    Li bajaroka Dêrgulê ku dengê cuda lê hebûn vê carê tê payin ku Îyî Parti û SP jî dengan derxe. gelek malbatên cerdevanan ên Şirnexê jî ji AKP'ê derbasî Îyi Partî û Saadetê bibin.    Tê payîn ku li Navçeya Hezexê jî gelek malbatên ku berê dengê xwe dan Erdogan vê carê bidin SP’ê.    MA / Gokhan Altay