Bangawaziya ji bo hilbijêrên HDP'ê yên derveyî welat: Divê herkes dengê xwe bi kar bîne 2018-06-11 09:13:11 STENBOL – Namzetê HDP'ê yê Stenbol Zeynel Ozen, anî ziman ku partiya ku Stenbolê bigire dê Tirkiyeyê bigire. Ozen, got li derveyî welat armanca wan 300 hezar deng in û ji bo vê jî divê herkes dengê xwe bi kar bîne.  Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, elewî û mamsote ye. Ozen, di serdema darbeya 12'ê Îlonê hat girtin û 7 sal û nîvan di girtîgehê de ma. Ozen endamê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan ên Ewropa (AABK) û avakarê Yol TV'yê ye.    ‘EGER BINDEST BÊN GEL HEV EM Ê BI SER BIKEVIN'    Ozen, anî ziman ew ji bo parlementeriyê tenê ne li gel HDP'ê ne, li gorî ilma wan divê ew wekî hev nêzî 72 gelan bibin û ehlê kedê bin. Ozen got: "Bi tena serê xwe rizgariya kurdan, elewiyan û çîna karkeran ne pêkan e. Tenê dema bindest bên gel hev em dikarin bi ser bikevin. Ji ber ku me di projeya HDp'ê de projeyeke wisa dît, di 2015'an de me bi HDP'ê re îtifaqek çêkirin. Ji wê rojê ve têkiliya me berdewam me."    ‘TEKANE RIYA KU AKP TÊK BIÇE HDP YE'    Ozen, anî ziman ku HDP ji 7'ê Hezîranê bêtir ber bi HDP'ê ve diçin û got: "Di serdanên esnafan, serdanên gel de em bi awayekî aşkere vê yekê dibînin. Eger HDP bendavê derbas neke, kî çi qasî digire bila bigire lê ne pêkane ku AKP'ê têk bibe. Ne ji bo cihêkariya partiyan, ma ar4manca sereke ne ew e ku em vî zilamî têk bibin? Nexwe riya aqil yek e. Ew jî ew e ku HDP bendavê derbas bike."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'    Ozen, destnîşan kir ku dê di vê hilbijartinê de bajarê diyarker HDP be. Ozen, got dema hilbijartin di şert û mercên demokratîk de bê kirin, tu pirsgirêkeke HDP'ê ya ji bo bendavê tune ye. Ozen got: "Em di şert û mercên wekhev de natêkoşin. Niha birêz Demirtaş dîlgirtiye. Me di 7'ê Hezîranê de got em ê te nekin serok, lê em niha jî dibêjin ku em ê bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin."    ‘DIBE KU EV HILBIJARTINA DAWÎ BE'    Ozen, bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got: "Ev hilbijartin ji bo herkesî girîng e. Lê ji bo elewiyan hîn girîngtir e. Mafê sereke yê mirovan mafê jiyanê ye. Niha mafê jiyanê yê elewiyan di talûkeyê de ye. Loma divê elewî vê yekê baş zanibin. Dibe ku ev hilbijartin hilbijartina dawî be. Dibe ku hilbijartina dawî ya dîroka Tirkiyeyê be. Loma divê em heta dawiyê li gel HDP'ê bin." Ozen, bang li welatiyên elewî yên CHP'î kirin ku ji bo HDP bendavê derbas bike, divê dengê xwe bidin HDP'ê.    Ozen, anî ziman ku li derveyî welat jî dengên HDP'ê gelekî zêde bûne. Ozen, diyar kir ku dengdayîna welatiyên li Ewropayê gelekî girîng e. Ozen, bilêv kir ku li derveyî welat hedefa wan 300 hezar deng e û divê teqez herkes dengê xwe bi kar bîne. Ozen bang li hilbijêrên derveyî welat kir û got: "Divê rêjeya beşdarbûyînê ya hilbijartinê zêde be."    MA / Yasin Kobulan