Serê sibehê diçe ezmûnan, êvarî jî tev li xebatên hilbijartinê dibe 2018-06-11 09:12:07 ÎZMÎR - Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ekrem Can Alaygût, ku di dema xebatên hilbijartinê de dikeve ezmûnên xwe destnîşan kir ku ji bo zanîngeha demokratîk û xweser ew bûye namzet.    Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ekrem Can Alaygût (26) xwendekarê Beşa Rojnamevaniyê ya Zanîngeha Egeyê ye. Alayûgat, ji ber ezmûnên wî yên zanîngehê dest pê kirine, danekî dikeve ezmûnan û danekê jî xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe.    Alaygût, diyar kir ku wan xwestiye wê piştevanî û alîkariya ku di dema berxwedana Geziyê de rû da, li zanîngehan jî bidin der û li ser vê wan "Lobîiya çayê" ava kiriye û bi vê re ew xwendekar tên gel hev. Alaygût diyar kir ku ji ber dirûşmeya "Ji bo herkesî çay, lê ji bo Tayyip na" bi îdiaya "heqareta li serkomar" hatine darizandin û hîn jî doza wan didome.    ‘EM JI BO ZANÎNGEHEKE DEMOKRATÎK TÊDIKOŞIN'    Alayûgat, destnîşan kir ku ji mêj ve ew ji bo zanîngeheke demokratîk û xweser têdikoşin û ew naxwazin zanîngeh ji aliyê rektorên ku îktîdar wan tayîn dike bên birêvebirin. Alaygûy got: "Ji bo ez vê têkoşînê li Meclîsê dewam bikim bûm namzet. Wisa difikirim ku li Tirkiyeyê tekane partiya ku herî baş ciwanan temsîl dike HDP ye. Bernameya me bernameya jiyaneke nû ye. Ji bo hemû gelên Tirkiyeyê, ciwan, jin, karker û hemû bindestan bernameya jiyaneke nû ye."    ‘JI BO EM HESAB JI KESÊN PÊŞEROJA ME DIZÎNE BIPIRSIN'    Alaygût, destnîşan kir ku projeyên HDP'ê ne wead in, rêgezên partiyê ne û divê perwerdehî bi awayekî wekhev, bêpere û bi zimanê dayikê be. Alaygût, diyar kir ku bi qasî 24'Ê Hezîranê 25'ê Hezîranê jî ji bo wan girîng e û got: "Çawa ku em ji kuçeyan hatine, dê piştî hilbijartinê jî têkoşîna me ya li kuçeyan bidome. Bang li hemû ciwana dikim ku em di 24'ê Hezîranê de hesab ji kesên ku pêşeroja me dizîne bipirsin. Dê bi ciwanan re biguhere, dê bi me re biguhere, dê biguhere."